Mesrûr Barzanî:Roleke girîng a Necmedîn Kerîm di xebata rizgarîxwaz de hebû
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û xelkê Kerkûk û Kurdistanê dike.
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin: “Dr. Necmedîn ji serdema Şoreşa Îlonê ve weke pêşmergeyek û serkirdeyekî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û piştre li derveyî welat, roleke wî ya girîng di xebata rizgarîzxwaz a gelê Kurdistanê û nasandina pirsa Kurd li navendên dîplomasî û akademî yên cîhanê de hebû.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Necmedîn Kerîm:
Bi xemgîniyeke mezin, agahiya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û têkoşerê diyar û bi helwesta Kurdistanê, Dr. Necmedîn Kerîm gihişte min.
Dr. Necmedîn ji serdema Şoreşa Îlonê ve weke pêşmergeyek û serkirdeyekî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û piştre li derveyî welat, roleke wî ya girîng di xebata rizgarîzxwaz a gelê Kurdistanê û nasandina pirsa Kurd li navendên dîplomasî û akademî yên cîhanê de hebû.
Piştî azadkirina Iraqê jî ji rejîma dîktatorî, weke Parêzgarê Kerkûkê cihê destê wî di kûrkirina giyana pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda û parastina pirsên niştimanî de diyar bû.
Ez sersaxiya malbata cenabê wî û xelkê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kerkûkê dixwazim û hevparê xemê wan im.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramiyê bibexşîne me hemûyan.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê