Li Amerîkayê bi rêya telefonê ji welatiyan tê xwestin ku deng nedin

Li Amerîkayê bi rêya telefonê çend peywendî bi welatiyan hatine kirin û ji wan hatiye xwestin ku li mala xwe bimînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Amerîkayê bi rêya telefonê çend peywendî bi welatiyan hatine kirin û ji wan hatiye xwestin ku li mala xwe bimînin, ev jî ji bo ku xelk berê xwe nedin sindoqên dengdanê.

Hat ragihandin ku FBI dest bi lêkolînê kiriye û ajansa ewlehiya sîber a Amerîkayê daxwaza eşkerekirina vê mijarê dike.

FBI diyar kiriye ku lêkolînên wan dest pê kirine û ew bi çareserkirina pirsgirêkê ve mijûl in, herwiha ji welatiyan daxwaz dike ku guh nedin wan gotinên peywendiyên sexte.

Peywendiyên sexte yên telefonî, li çend eyaletên Amerîkayê hatine encamdan, bi taybetî li eyaleta Iowa ku yek ji wan eyaletan e bandorê li encama hilbijartinan dike.

Dengdana welatiyên Amerîkayê ji bo hilbijartinên serokê çar salên dahatû berdewam e. Namzetê Demokratan Joe Biden diyar dike ku ev hilbijartin dê bibe hilbijartina ku herî zêde beşdariya dengderan pêk hatiye.