Encûmena Wezîran: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dikin

Encûmena Wezîran êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û radigihîne, "Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin".

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û radigihîne, "Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin".

Îro serê sibehê 4.11.2020an li nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve çekdarên PKKê êrîşî ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir û di encam de Pêşmergeyek şehîd û sê Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Îro Çarşemê 11/4/ 2020 Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir. Di tewerekê de jî, ronahî xiste ser êrîşa îro ya PKKê li ser hêza Pêşmergeyên Kurdistan.

Encûmena Wezîran di daxuyaniya xwe de dibêje: "Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye. Hêzên Pêşmerge parêzgerên xak û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye.

Pêştir tevahiya aliyên hikûmeta tekez kiribûn ku ew li dijî şerê birakujiyê ne. Di vê daxuyaniyê de jî Encûmena Wezîran careke din tekez dike: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKK'ê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê dike ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêgiriyê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dike."

Îro li nahiya Çemankê çi rû da?

Rêveberê Nahiya Çemankê ya ser bi qezayê Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê Aland Emîr Guga di derbarê êrîşa îro ya PKKê de di konferanseke rojnamevanî de got: "Êrîşî li karwana hêza Pêşmerge kir û TNT danîn ser rê.”

Dema karwana hêza Pêşmerge di rê de bû û Pêşmerge diçûn ser baregehên xwe yên li wê deverê, çekdarên PKKê êrîş li wan kirin. Bi gotina Rêveberê Nahiya Çemakê: “Piştî teqînê, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket û û hejmarek Pêşmerge birîndar bûn."

Di encama êrîşê de Pêşmergeyek bi giştî şehîd bû û 3 pêşmerge jî birîndar bûn.

Vê bûyerê bandoreke mezin li ser gelê deverê kiriye, ku ji ber hebûna heta niha nêzî 40 heta 45 gundên navçeyê vala bûne.

Eland Emîr got, "Ji ber ku PKK li herêmê ye, ev navçe heftene du caran ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve tê bombebarankirin û ev yek bandoreke mezin li gelê herêmê dike û ew nikarin vegerin gundên xwe."