HDP: 4 sal in bi berdewamî êrîş li partiya me tê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4emîn Salvegera desteserkirin û girtina hevserokên HDPê de çalakiyek li dar xist.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4emîn Salvegera desteserkirin û girtina hevserokên HDPê de çalakiyek li dar xist û operasyon û êrişên ku ji wê rojê ve li ser HDPê û pêkhateyên wê tên kirin şermezar kir. Hat ragihandin ku ji 4ê Midara 2016an ve, li Tirkiyeyê HDP di serî de, li ser hemû aliyên opozisyon yên li Tirkiyeyê kuştin, girtin û operasyonên der hiqûqî her ku diçe zêdetir tên kirin, lê dê ewê jî têkoşîna xwe bidomînin.

HDPê li Diyarbekirê bi daxuyanî û çalakiyekî, operasyonên li ser endam û rêvebirên xwe şermezar kir û hat daxuyandin ku her diçe binpêkirina pîvanên demokrasiyê û serdestiya hiqûqê jî zêdtir dibe. Bal hat kişandin ku pêvajoya aştî û çareseriyê derfeteke girîng bû ji bo çareseriya pirsa Kurd, lê desthilatdariya Tirkiyeyê wê nexwest û dîsa polîtîqayên dijberî Kurdan dane destpêkirin û dimeşînin.

Parlamentera HDPê Feleknas Ûca da zanîn ku ew roja 4ê Mijdarê wek rojeke reş dibînin û wek roja Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ku hatine dîlgirtin pênase dikin. Ûca balê kişand ku ji wê dîrokê heta niha operasyon li ser HDPê didomin, lê ew jî têkoşîna xwe mezin dikin û didomînin.

Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Ûca ragihand: “4 sal derbas bû, her kes dît ku bê hiqûqî berdewam dike û biryareke siyasî ye ku hevserokên me hatine desteser kirin, esas diyar bû ku rehin hatine girtin ji aliyê siyaseta Erdogan ve. Li hemberî vê ji bo azad kirina hevalên xwe, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Li vî welatî ne tenê HDP, hemû aliyên civakê di bin êrişan de ne. Loma jî pêwiste ku em di vê demê de têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û ji ber vê yekê jî pêwistî bi eniyeke hevbeş heye.”

Hevserokên bajarê Diyarbekirê jî di 22ê Cotmehê de bi operasyonekî hatibûn desteserkirin û di 30ê mehê de jî biryara girtina wan hatibû dayîn.

Wekîlê Hevserokê HDPê yê Diyarbekirê Îrfan Soner jî da zanîn ku 4 sal e bi berdewamî parlamenter, rêvebir û endamên wan tên girtin, lê her carê kesên nû wan peywiran digrin ser xwe û têkoşîna xwe didomînin.

Îrfan Soner diyar kir: “Heta niha teqrîben 40 hezar endam û rêvebirên me binçav kirine, teqrîben 10 hezar ji wan hatine zindanî kirin, li bi sedan navend û navçeyên me serdegirtin û lêgrerîn çêbûn û rêvebirên me hatin girtin. Lê belê tiştekî derket holê çi dibe bila be, gelê dest ji vîna xwe bernade û heta dawiyê berxwedana xwe didomîne.”

Rêvebirên HDPê daxwaz kirin ku bi rêyên diyalog û aştiyê li ser çareseriya pirsgirêkan lêgerîn bên kirin û siyasetmedarên wanên ku siyaseta demokratîk dikirin jî serbest bên berdan.