Li Basra û Bexdayê 2 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan!

Li Basrayê xwepêşanderekî bi navê Omer Fazil ji aliyê hinek çekdaran ve hate kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Basrayê xwepêşanderekî bi navê Omer Fazil ji aliyê hinek çekdaran ve hate kuştin.

Di heman demê de, li Bexdayê xwepêşandêrek bi çeka bêdeng hate kuştin ku di protestoyên Cotmeha 2019'an ên li Bexdayê de xwedî roleke bi bandor bû.

Li gor France Press, Çalakvanê bi navê Gazî Ebû Mihemed ku efserê teqawît bûyî piştî ku ji Meydana Tehrîrê derket hate kuştin.