Li rojavayê Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê 161 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê 161 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 5 pêketiyan jî canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand, 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan. Ji wan 3 kes ji Kobaniyê û 2 kes jî ji Dêrikê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar jî, 161 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne: 25 kes li Hesekê, 27 kes li Qamişlo, 35 kes li Dêrikê, 4 kes li Amûdê, 4 kes li Girkê Legê, 5 kes li Dirbêsiyê, 4 kes li Tibesipiyê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Til Temirê, 10 kes li Kobaniyê, 17 li Tebqayê, 17 li Minbicê, 11 li Reqayê.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 16 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 5645 kesan, ji wan 814 kes baş bûne û 143 kesan jî canê xwe ji dest dane.