Li Herêma Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 765 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 765 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 765 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 346 kes li Hewlêrê, 124 kes li Silêmaniyê, 207 kes li Duhokê û 34 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê, 9 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 593 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 85828

Mirin: 2709

Başbûn: 53364

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.