Li Kobanî jineke 81 salî xwendin û nivîsandina Kurdî hîn dibe

Jineke ji bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê tevî ku 81 salî ye, xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike.
kurdistan24.net

 

Kobanî (K24) – Jineke ji bajarê Kobanî yê rojavayê Kurdistanê tevî ku 81 salî ye, xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike û hewl dide ku berhemeke bi Kurdî binivsîne.

Hind Ebdilkerîm bi hezkirina ji xwendin û nivîsandinê, tevî ku 81 salî ye, hê jî dixwaze xwe fêr bike û ew piştî van salên dirêj, xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî dike û hewl dide berhemên wê yên bi Kurdî jî hebin.

Dapîra Hind ku 8 zarok û bi dehan ji neviyên wê û neviyên zaroyên wê hene, heta niha bi sedan helbest û çîrok bi zimanê Erebî nivîsandine û çap nekiriye, ew dibêje ku dixwaze wan berhemên xwe ji bo zaroyên xwe wek bîranîn bihêle.

Hind Ebdilkerîm ku yekemîn jin ji nifşê xwe ji herêma Kobanî derbasî dibîstanê bibû û li bajarê Helbe piştre Cisir Şexûr û Efrînê heta bidestxistina bawernameya xwendinê. Hind hewl daye ku xwendina xwe di bijîşkiya jinan de li Şamê berdewam bike. Piştî mirina diya wê, xwenên wê têk çûne û piştî zewacê dest bi nivîsandine rojaneyên xwe kir da li gor wê demê xwe derbas bike.

Dapîra Hind ku diya şehîdekî ye, hêvî dike ku 10 salên din jî jiyan bike da ku berhemeke bi Kurdî jî ji helbest û çîrok jî binivsîne û daxwaz dike ku nifşên nû giringî bidin xwendin û çandê, herwiha bangê li tevgerên Kurdistanî dike ku bibin yek, da ku ji bo Kurdan Kurdistanekê ava bikin, û berî mirinê ew di sîwana komareke Kurdistanî bijî.