Koma Werzîşên Xwezayê li Bedlîsê meşek li dar xist

Ji aliyê Koma Werzîşên Xwezayê ya Wanê ve li navçeya Xîzan a Bedlîsê li herêma Gaydayê meşa xwezayê hatlidarxistin.
kurdistan24.net

 

Bedlîs (K24) - Ji aliyê Koma Werzîşên Xwezayê ya Wanê ve li navçeya Xîzan a Bedlîsê li herêma Gaydayê meşa xwezayê hatlidarxistin. Ciyawaziya vê meşê, ji meşên din ew e ku di serdema pandemiyê de hem dûrketine ji stresa bajêr û hem jî dûrketina ji qerebalixê ye.

Di serdema pandemiyê de xelk xwe ji deverên qerebalix dûr dixin û ji bo dûrketina ji stresa bajêr berê xwe didin xwezayê. Di vê çarçoveyê de jî Koma Werzîşên Xwezayê ya Wanê çalakiyek li dar xist.

Endamên Koma Werzîşên Xwezayê ya Wanê berê xwe dan herêma Xewsê Geylanî ya Xîzan a Bedlîsê. Di meşa ku 90 kes beşdarbûyî de serdana şûnwarên dîrokî yên Bedlîsê jî hat kirin. Serokê Koma Werzîşên Xwezayê ya Wanê Omer Demez amaje kir ku meşên wiha hem ji bo laş û hem jî ji bo giyanê mirovan sûdmend in.

Omer Demez ji Kurdistan24ê re ragihand: “Koronavîrus nexweşiyek wisa ye ku hemû cîhan kiriye nav pençeyên xwe de. Nexweşiyek zor e. Daxwaza me ew e, em derkevine geştê, derkevine çiya, derkevine cihên xweş ku nefeseke baş, hêlmeke xweş hildin ku ji bo ji Koronayê xilas bibin.”

Di meşa rengîn û dirêj de di heman demê ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî xwezahez û werzîşhez beşdar bûn. Abdulkadîr Adiyamanê ku ji Colemêrgê hatî û beşdarê meşê bûyî, anî zimên ku bi dîtina deverên wiha bedew û dîrokî gelek kêfxweş bûye.

Abdulkadîr Adiyaman diyar kir: “Ez cara ewil e ku têm vê derê. Xwezayeke gelek xweş e. Kêfa mirovan pê tê. Rêyên wê de piçekî tengasî hene. Bes xwezayeke zêde xweş e. Payîzeke dereng mirov rengbireng dar û baran dibîne. Mirov dilfireh dibe. Ez dixwazim di biharê de jî bêm vê derê bibînim.”

Meşa ku danê sibê dest pê kirî heta ber bi êvarê ve 8 demjimêran dom kir. Organîzatorên meşê didin zanîn ku ew ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin û gelek deverên din ên Serhedê di çarçoveya van meşan de di heman demê de bidin nasîn jî.