Ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê bo Amerîkayê peyama S-400
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê ragihand ku ew amade ne derbarî sîstema berevaniyê ya S-400 û firokeyên F-35, bi Amerîkayê re hevdîtinan bikin.
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, li Parlamentoya Tirkiyê di Komîsyona Plan û Budceyê de axivî û got, hin welatên endamên NATO sîstemên S-300 çawa bi kar tînin, ew jî, dê sîstema S-400 bi heman awayî bi kar bînin.
Hulusî Akar da zanîn; Tirkiye amade ye, li ser guncawbûna teknîkî ya sîstemên S-400 û firokeyên F-35, bi Amerîkayê re biaxive û ji bo vê jî hê berê daxwaza damezrandina grupeke hevbeş li NATO û Amerîkayê kiribûn.