Parîs ji Washingtonê daxwaz dike ji Iraq û Efxanistanê venekişe
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Fransayê ji Amerîkayê daxwaz dike ku hêzên xwe ji Iraq û Efxanistanê venekişîne.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro înê ragihand ku Parîs ji Washingtonê daxwaz dike bi liberçavgirtina berdewama dijayetiya tundrewiyê, niha ji Iraq û Efxanistanê venekişe.
Biryar e hefteya bê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Parîsê bike û her du aliyan ji bo gotûbêjkirina mijarên navbera her du welatan gotûbêj bikin.
Wezîrê Derve yê Fransayê eşkere kriiye ku roja duşema bê, ew ê ligel Mike Pompeo bicive û vê peyama Fransayê bigihîne Amerîkayê.