Salih Muslim: Danûstandinên kurdan demkî hatine rawestandin!

Bi gotina wî, sedema vê yekê nebeşdariya aliyê Amerîkayî û şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) di civînan de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Salih Muslim dibêje, danûstandinên yekrêziya niştîmanî di navbera aliyên Kurdî de li rojavayê Kurdistanê bi awayek demkî hatine rawestandin.

Endamê Desteya Serokatiya Hevbeş yê PYD Salih Muslim ji medya HSD re ragihandiye, danûstandinên yekrêziya navmala Kurdî, di navbera aliyên siyasî de li rojavayê Kurdistanê bi awayek demkî hatine rawestandin.

Bi gotina wî, sedema vê yekê nebeşdariya aliyê Amerîkayî û şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) di civînan de ye.

Ligor Salih Muslim, her dem a ku her du alî li rojavayê Kurdistanê amade bûn, dê danûstandinên wan carek din destpê bikin.

Da zanîn, heta niha lihevkirin derbarê lêvegera siyasî hatiye kirin. Herweha beşdariya aliyên Kurdî di Rêveberiya Xweser de. Mijara serbazî, danûstandin li ser berdewam dikin.