Li rojavayê Kurdistanê 5 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 111 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 111 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 2 kes li Hesekê, 2 kes li Minbicê û 1 kes li Dirbêsiyê ne.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 111 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê,  1 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Dirbêsiyê, 14 kes li Kobanî, 13 kes li Reqayê, 21 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê û 11 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 19 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 6230 kesan, ji wan 888 kes baş bûne û 163 kesan jî canê xwe ji dest dane.