Îranê dest danî ser keştiya sotemeniyê!
Navenda Nûçeyan (k24) - Arteşa Îranê dest danî ser keştiyek bi ala Panamayê. Li gor daxûyaniyan di keştiyê de 300 hezar lître sotemeniya qaçax heye ku ji Kendava Fars hilgirtiye.
Ajansa Nûçeyan a Nîv-fermî ya Fars dibêje, "Ji hêla Hêzên Deryayî yên Artêşa Îranê operasyonek bir ser keştiyê û 10 karmend hatin desteserkirin."
Hat ragihandin ku di keştiya bi alaya Panamayê de zêdeyî 300 hezar lître sotemeniya neyasayî heye.
Derheqê neteweyên karmendên hatine desteserkirin de çi agahî nehatine dayîn.