Tara Mamedova: Min xwest ji muzîka kurdî re derîyek vekim

Tara Mamedova bi albuma xwe ya bi navê “Giran” bi muzikhezan re ye.

Adem Ozgur (K24) - Stranbêja Kurd Tara Mamedova, dixwaze bi albuma xwe ya bi navê  “Xewna Giran”ê ji muzîka kurdî re derîyek veke û got, “Ezê di vê albûmê de stranên gerdûnî bibêjim.”

Tara Mamedova bi albuma xwe ya bi navê “Giran”  bi muzikhezan re ye.

Di albuma ku gelek stran tê de hatine tomarkirin, strana bi navê  “Xewna Giran”  ku strana yekemîn e, di hemû  platformên dijital de hat weşandin.

Tara Mamedova di derheqê albûma “Giran”ê de ji K24ê re axivî û wisa got:

 “Ez dikarim bêjim piştî vê xebata salekê, weke ku di jiyana min de dergehek nû vebe. Di vê dema zahmet de, di dema lêgerîna berdewamiya muzîkjeniyê de, hevalê xwe yê produktor, bestekar, mûltîenstrûmanîst, aranjor mamoste Serkan Dûran nas kir. Serkan Dûran bi tecrûbeya xwe ya çil salan hêla ku hest û eşqa min ya muzîkê vejene. Bi xebata xwe ya hestiyar, ew di jiyana min ya hunermendiyê de bû nefesek nû. Di encama vê xebata bi navê ‘Xewna Giran’ de ku paşê emê bi we re par ve bikin, ev berhem me derhênan. Ez ji dil û can spasiya mamoste Serkan Dûran dikim ku di vê rêvîtiya muzîkjeniya min de bû rêber, reng û dengekî nû û hemû behrema xwe tevlê kir û hêla ku ez bi çaveke din li muzîkê binerim.”

Mamedova, di strana  bi navê “Xewna Giran” de, behsa berxwedana dayikek beranberî tije şevereşk û tirs û xofê û geryana hêvî, hezkirin û ber bi wê ve çûyinê dike.

Ev stranên ku hatine tomarkirin bi tevayî di nava şeş mehan de, dê bigihêje muzîkhezan. Stran dê weke single û maksî sînglê di platforma dijîtal de û li firoşgehan peyda bibe.

Di vê albumê de, du stran yên hunermendê bi xwe ne û yên din jî bi hestiyarî hilbijartiye ku ew cara pêşîn di vê albumê de distrê. Tara Mamedova dibêje, naveroka stranên ku hilbijartiye, jiyana wê bi xwe ye. Û balê dikşîne ser bandora hunerê ya li ser manewiyata mirovî.

Mamedova, qala albûma xwe kir dixwaze ku ji bo muzîka kurdî berhemên nû yên gerdûnî amade bike: “Ezê di vê albûmê de stranên gerdûnî bibêjim.”

Di heman demê de ev album; çîroka jinan ya ku dibêjin di van rojên ku divê mirov her gavê xwe nû bike, li ber xwe bide, têk neçe û bikaribe bêje ez jî di vê jiyanê de cîh digrim û  heme û li ser piya me. Ji bilî du berhemên ku bi xwe nîvîsiye û yên gelerî, cîh daye helbestên Fêrikê Usiv,  Ebdulaziz Xeyat, İsmaîl Cûma,  Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkan jî.

ÇIMA NAVÊ GIRAN?

Hunermend vê albûmê ji bo xwe bi her awayî wek destpêka stewandinê, giran, kûr û rêwîtiya ber bi hêviyê ve dibîne.

Xebat û naveroka her stran û aranjeyê, xwedan çîrok û giraniyeke cuda ye.

TARA MAMEDOVA KÎ YE?

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Kirgizîstanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999’an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000’an ji bo dersên dans, Şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavl.

Malbata Tara Mamedova sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye.  Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya  mamoste,  Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê. Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe  guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî dibe. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransa. Di sala 2008’an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû . Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê ‘’Ax’’ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde dike.

Mamedova  di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.