Polîsekî Belçîkî ji ber kuştina zarokeke Kurd tê darizandin

Li bajarê Mons ê Belçîkayê darizandina polîsekî dest pê kir, ku di sala 2018an de bi gulleyekî zarokeke du salî kuştibû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mons ê Belçîkayê darizandina polîsekî dest pê kir, ku di sala 2018an de bi gulleyekî zarokeke du salî ya ji bajarê Ranya yê başûrê Kurdistanê kuştibû.

Çalakvanan duh di dema darizandinê de cil û bergên zaroka du salî li derveyî dadgehê daliqandibûn û gilî û gazinan ji yasayên derbarê koçberan de dikirin ku bûye sedema kuştina zaroka Kurd.

Di nav dadgehê de jî polîs ku bi kuştina Mewade Şemdîn tohmetbar e, dihat darizandin. Mewade yek ji wan 30 kesên koçberên Kurd bû di nav wesayîteke barhilgir de ku dixwestin bi qaçaxî ji Fransayê biçin Brîtanyayê.

Ji ber hebûna çend pirsgirêkan di wergerê de, darizandina duh piştî demeke kin, hat paşxistin. Li derveyî dadgehê jî çalakvanan piştgiriya dayîk û bavê Mewade dikirin û bi gotina "edalet bo Mewade" dengê xwe bilind dikirin.

Polîsê ku Mewade kuştibû, 48 salî ye, navê wî hê jî ji aliyê dadgehê ve nehatiye eşkerekirin, di lêpirsînê de îtiraf kiriye ku xwestiye gulle li tekela wesayîtê berde, da ku leza wesayîtê kêm bike, lê nizanîbûye di nav wesayîtê de koçber hene.

Trajediya ku bi ser wê keça Kurd de hat, bûye sembolek ji bo zehmetiyên ku li Belçîkayê koçber rûbirû dimînin, ew koçberên ku ji ber şer û pirsgirêkên di nav welatê xwe de, berê xwe didin welatên Yekîtiya Ewropayê.

Polîsê ku gulle berdaye, bi xwe jî bavê du zarokan e û duh li dadgehê li tenişta şofêrê wesayîtê û du kesên din ku tê gotin qaçaxçî bûn, dihat darizandin.

Polîs red nake ku gulle berdaye, lê dibêje ew nizanîbûye di wesayîtê de kesek heye.