Akar: Rawestandina keştiya Tirkiyê binpêkirina yasayên navnetewî ye

Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku rawestandin û lêgerîna keştiya Tirkiyê, binpêkirina yasayên navnetewî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriya Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku rawestandin û lêgerîna keştiya Tirkiyê, binpêkirina yasayên navnetewî ye û operasyona ku Yekîtiya Ewropayê li nêzîkî Lîbyayê dike neheqiyek mezin e.

Hulusi Akar li ser keştiya Tirkiyê ku ber bi Lîbyayê bi rê ketibû û ji aliyê artêşa Almanyayê ve hatibû rawestandin, diyar kir: “Bûyera duh, binpêkirina yasayên navdewletî ye. Em bi hemahengiya Wezareta Derve karên pêwîst dikin. Emê daxuyaniyeke berfireh bidin.”

Akar destnîşan kir: “Daxuyaniyên hevpeymanên me didin, rastiyê nîşan nadin. Emê di çarçoveya yasayên navnetewî de mafên xwe bikar bînin. Operasyoneke weha li ser keştîyeke bazirganiyê şaşiyek mezin e. Ez dixwazim bêjim, di encama lêgerînan de jî tenê xurak û derman hatiye dîtin.”

Duh artêşa Almanyayê ragihandibû ku keştiyên barhilgir ên Tirkiyê "dibe ku çekan vediguhêze", ber bi Lîbyayê di rê de ne û nehiştin pişkinîn were kirin.

Ajansa nûçeyan a Reuters belav kiriye ku Berdevkê Artêşa Almanyayê ragihandiye; şevê din serbazên tîma Hamburgê ketine keştiyên Tirkiyê, lê keştîvanên Tirkiyê rê li ber tîma Ewropî girtine û ew jî neçar mane ku pişkinîn nekin û ji keştiyan vekişin.

Tirkiyê ragihandiye ku di nav keştiyên barhilgir de "xwarin û boyax" hene û tîma ku dixwest pişkinîn encam bide, ji ber ku li benda rizamendiya Tirkiyê nesekiniye "yasayên navdewletî binpê kirine".