Brîtaniya amade ye pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanî kir ku ji Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa James Cleaverly û Wezîrê Hêzên çekdarî James Hepey û Balyozê Brîtaniya yê li Iraqê Stîfan Heiki pêk dihat.

Di vê kombûnê de guftûgo derbarê pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanîya de hat kirin. Şandeya Brîtanî da xuyakirin, xelkê Brîtanyayê bi rêzdarî û bi hurmetî li rola qehremane ya Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de dinêrin. Amadehîya welatê xwe jî ji bo bihêzkirina hevhengî û pêwendiyên Brîtaniya bi Herêma Kurdistanê re di hemû waran de derbirî, bi taybetî di warê bazirganî û geşkirina weberhênana Brîtanî de li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma kurdistanê Ji bilî spasîya hilwesta dostane ya Brîtaniya kir, ronahî xiste ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendbûnên xwe bi cîh anîn da ku li ser binemaya destûrê bigihin rêkeftinekê. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Federal bi erkên xwe rabe û maf û destkeftên darayî yên Herêmê peyda bike.