Brîtanya tekezî li ser berdewamiya piştgîriya Herêma Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Brîtanya yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa û Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Hêzên Çekdar civiya.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke ligel Wezîrê Brîtanya yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa James Cleverly û Wezîrê Dewletê yê Karûbarê Hêzên Çekdar James Heappey spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîrî û hevkariyên Brîtanya di şerê dijî terorê de dûpat kir û ragihand pêwîst e îradeyeke siyasî li Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda hebe û sîstema federalî wekî di destûrê de hatiye bi bingeh bê girtin.

Di civîna ku îro sêşemê 01/12/2020an de bi amadebûna Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêr birêve çû, her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê ligel Brîtanya, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, kêşeyên Hewlêr – Bexda û berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê guftûgo kirin û hevrê bûn ku ji bo şerê dijî terorê hê jî hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Serokê Herêma Kurdistanê, serdana her du Wezîrên Brîtanya ya Herêma Kurdistanê di vê rewşê de ku ji ber belavbûna virusa Korona cîhan di demeke dijwar re derbas dibe, cihê pêzanîn û peyameke erênî da zanîn û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya li hemû waran da dûpat kir.

Her du Wezîrên Brîtanya spas û pêzanînên welatê xwe ya ji bo rola Herêma Kurdistanê û qehremaniya Pêşmerge di şerê dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de dûpat kir û ragihand Brîtanya li hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûn û ji navbirina yekcarî ya terorê û metirsiyên DAIŞê û yarmetîdana Hewlêr û Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan de berdewam dibe.

Hilbijartinên dahatû ya Iraqê, pêşketinên navçeyê bi giştî, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel welatên cîran û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng bûn, mijareke din a civînê bûn.