Papayê Vatîkanê sardana Hewlêrê dike

Li gor daxuyaniya Vatîkanê, sardana Papa roja 5ê Adara 2021an dest pê dike.
Papa I. Franciscus
Papa I. Franciscus

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e di meha Adara bê de, Papayê Vatîkan Fransîs serdana Hewlêr, Bexda, Mûsilê û şûnwara Or li başûrê Iraqê dike.

Li gor daxuyaniya Vatîkanê, sardana Papa roja 5ê Adara 2021an dest pê dike û heta roja 8ê Adarê dewam dike.

Hatina Papayê Vatîkanê bo Iraqê piştî wê yekê tê, di van salên dawî de hejmara Kirîstiyanan li Iraqê kêm bûye û beşeke mezin ji wan ji navend û bakurê Bexdayê ji li Herêma Kurdistanê jî koçber bûne.

Her di vê çarçêveyê de roja 19 Sibata sala 2020an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê bi Papa Fransîs re civiyabû û Papa vexwand serdana Herêma Kurdistanê bike.

Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Kirîstyanên Herêma Kurdistanê hat kirin ku cih û pêgeha wan di hemû waran de parastî ne. Diyar kir jî, Herêma Kurdistanê ne tenê ji Kirîstyanên Kurdistanê re, belkû ji hemû Kirîstyanên seranserî Iraqê re bûye herêmeke aram û bi hev re bi xweşî dijîn û nimûneyeke ciwan a pêkvejiyanê ye.