Îranê rojnamevanekî opozîsyonê îdam kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadweriya Îranê ragihand; xwediyê kanala telegramî ya “AmadNews” Ruhullah Zem hat bidarvekirin.
Li gorî medyaya Îranê û bi gotina berpirsên dadweriya Îranê, îro danê sibê aktîvîstê siyasî û xwediyê kanala telegramî ya “AmadNews” Ruhullah Zem hat bidarvekirin.
Ruhullah Zem, par payîzê dema serdana paytexta Iraqê bajarê Bexdayê kiribû, ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatibû girtin û teslîmî Îranê hatibû kirin.
Dadweriya Îranê jî, bi tohmeta ku Zem bo hilweşandina rêjîmê kar kiriye û bûye casûsê Îsraîl û Amerîka, ew bi îdamê mehkûm kiribû. Dîwana bilind ya dadweriya Îranê jî çar roj berê fermana îdama wî aktîvîstê Îranê pesend kiribû.
Ruhullah Zem, li Parîsê dijiya û bi damezirandina kanala telegramî ya AmadNews, neyartiya rêjîma Îranê dikir.
Zem 43 salî û xelkê bajarê Rey ê Îranê bû.