AK Partiyê ji bo 17 navçeyên Diyarbekirê serokên nû diyar kirin

Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji beriya kongreya mezin, rêveberiyên navçeyan nû dike.
AK Partiyê ji bo 17 navçeyên Diyarbekirê serokên nû diyar kirin
AK Partiyê ji bo 17 navçeyên Diyarbekirê serokên nû diyar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ji beriya kongreya mezin, rêveberiyên navçeyan nû dike.

Di çalakiya danasîna serokên nû yên navçeyên Diyarbekirê de Serokê Rêxistina Ak Partiyê Suleyman Serdar Budak got; di mijara perwerdehî, burokrasî, bazirganî û siyasetê de pêşketinên berbiçav kirine.

Ji ber bandora vîrûsa koronayê AK Partiyê kongreyên xwe paşxistin û li şûna vê yekê serokên nû hatin tayînkirin.

Di çalakiya danasînê de Suleyman Serdar Budak got; wekî AK Partî li hemberî bajêr û welêt gelek berpirsiyariya wan heye û dê bi kadroyên çalak hewl bidin vê berpirsiyariyê bi cih bînin.

Herwiha li Diyarbekirê cara yekem e ku jineke dibe seroka rêxistina navçeyekê.