Ozmen: PKK ji Başurê Kurdistanê çi dixwaze - Bingol: dixwazin pêşiya plana Joe Biden bigrin

Şîrovekarên siyasî, êrişan bi planên dewletên wekî Îran, Irak, Tirkiyeyê û Rusyayê ve girê didin û dibêjin; ev dewlet li dijî planên Amerîka yên li herêmê ne û dixwazin pêşîya ragihandina Herêma Kurdistanê bigrin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Êrişên PKKê yên li hemberî Herêma Kurdistanê li Bakur jî rastî bertekan tê. Nivîskar û lêkolînerên Kurd ên Bakur dibêjin; Herêma Kurdistanê xwedî statûyeke rewa ye lê belê PKK bi van êrişan dixwaze vê statûyê têk bibe.

Lêkolîner Omer Ozmen ji Kurdistan24 re dibêje, "PKK li dijî damezrandina dewleta Kurdistanê ye" û axaftina xwe wiha didomîne:

"PKK ji Başurê Kurdistanê çi dixwaze, çi karê PKK li wê derê heye? Di dema îroyîn ya teknolojiyê de dema ku dewletek piştgiriya rêxsitinekê neke, ew rêxistinên çekdar nikarin li ser piyan bisekinin. Gelo ew kîjan dewlet e ku piştgiriya lojîstîk, cebilxane û xwarin û vexwarinê dide PKKê û PKK li Başurê Kurdistanê şer bike. Dewletên dagirker bixwe nikarin destlêwerdanê bikin ji ber wê yekê aramiya Herêmê têk dibin, aloziyan derdixin û da ku dewleteke dagirker Başurê Kurdistanê têk bibe."

Şîrovekarên siyasî, êrişan bi planên dewletên wekî Îran, Irak, Tirkiyeyê û Rusyayê ve girê didin û dibêjin; ev dewlet li dijî planên Amerîka yên li herêmê ne û dixwazin pêşîya ragihandina Herêma Kurdistanê bigrin.

Lêkolîner Nevzad Bîngol got; "Ji aliyekê ve Bexda butçeya Herêma Kurdistanê naşîne û ji aliyê din ve Îran dixwaze stratejiya xwe ya li navçeyê bibe serî. Ji ber vê yekê dixwazin bertekên muxalefetê gur bikin."

Bîngol dibêje, "Bi beralîkirina Îranê, hin hêzên çekdar ên Kurd dixwazin ji qeyranê sûdê werbigrin û li Kurdistanê tevliheviyê derxînin. Bi vê yekê dixwazin pêşiya plana Joe Bîden bigrin. Bîden dixwaze lezê bide pêvajoya ragihandina Kurdistanê. Ji bilî Kurdan dê her kes ji van êrişan sûdê werbigre."

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî û lêkolîneran, piştî kuştina fermandarê Îranî Qasim Sûleymanî, Îran biştgiriya hin hêzên çekdar dike dixwaze vê valahiya piştî Sûleymanî dagre. Li hemberî van hewlan şîrovekarên siyasî yên Kurd dibêjin; divê Kurdistaniyên her çar aliyên Kurdistan û cîhanê li hemberî êrişan dengê xwe bilind bikin.