Barê kurdên li Stenbolê du caran girantir e

Rewşa Tirkiyê ya aborî û civakî çawa be ya Kurdan jî ew e, lê di vê pandemiyê de barê civakên din yek be, yê Kurdan didu ne.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Welatiyên Kurd yên li Stenbolê ku ji neçarî ev 30 sal in ji bakurê Kurdistanê koç kirine û li vî bajarê mezin dijîn dibêjin; jiyan ji bo Kurdan her zor e, divê proseya pandemiyê de em jî êdî dixwazin kîloyek goşt bibin nav zarokên xwe, beyî ku bikevin tirsa debara jiyana xwe wek salên borî.

Li gorî amarên ne fermî ji bakurê Kurdistanê di nava salên 1990 û 2004an de nêzîk 3 milyon Kurd koçber bûne û hatine bajarê Stenbolê. Ew Kurdên ku ji ber şewitandina gund, erd û zeviyên xwe neçar man e û hatin Stenbolê, vê gavê jî digel xîzanî û bêpariya di navê de dijîn, li dij pandemiyê têdikoşin.

Apê Mihemed Canê ku ji bajarê Êlihê ye û wî jî ji neçarî berê xwe daye Stenbolê, dema daxive mirov dikare wê serboriya tamtûj û jandar bibîne di nava peyvên wî de ku bi xîzanî û bêpariyeke çawa ji wan salên borî hatiye vê rojê û îro jî li dij pandemiyê têdikoşe. Apê Mihemed dibêje, ji bo Kurdan li her cihê dinyayê jiyan zehmete. Ji ber vê nexweşînê 8 meh in ku yekem car e daketiye bazarê û bi tenê kariye ji xwe re ser û pêyekê bistîne.

Welatiyê kurd ji Êlihê Mihemed Can ji K24ê re got: "Tişt biha ne, ev 8 meh min deh mehê min in hê têm Fatîhê. Hem biha ye, hem ev nexweşî heye û hem jî tû kar û marê me nîn e. Ev 10 meh in teze hatim vê derê, min got, de bes e em qeliyan û me ji xwe re tenê ser û pê kirîn, ne tiştekî din, Ma ji xwe goşt bihaye em nikarin bikirin. Yanî zor e şertê dinayayê zor e xwedê li me bê rehmê."

Welatiyê Perwariya Sertê ya Bakûrê Kurdistanê Alî Ozay jî, ji koçberiyê, şer û pevçûnê, zor û zehmetî, zilm û zordariyê dest pê dike, tê heta nebûna welatekî Kurdan û arîşeyên ku bi pandemiyê re rû dane û dibêje; Rewşa Tirkiyê ya aborî û civakî çawa be ya Kurdan jî ew e, lê di vê pandemiyê de barê civakên din yek be yê Kurdan didu ne, ji ber ku Kurd li gorî wan bêhtir bê xwedî ne.

Welatiyê Perwariya Sêrtê Alî Ozay dibêje: "Kurd jî quwetta wan ya standinê pir kêm bûye. Li gorî par pêrar êdî. Dolar li pêşiya dû salan 400 lîre bû niha bûye 800 lîre. Kîloyek bacanê sor 2 lîre bû niha bûye 6 lîre. Kîloyek penîrê baş bi 30 lîreyan bû niha 60 lîre. Ji sedan sed çûye serê. Ne tenê Kurd bi taybetî rewşa Tirkiyê çawa be ya Kurdan jî wisa ye. Lê ji ber ku Kurd ne xwedî cih û war in ji ya giştî rewşa wan dibe ku hê kêmtir be."

Li aliyekî koçberiya ji neçarî ya bi salan ku ji ser xaka xwe bi zorê hatine ajotin û giraniya barê wê yê ku li ser pişta welatiyên Kurd yê Stenbolê hiştiye, li aliyê din jî pandemî û metirsiya wê, zor û zehmetiyên ku dide pêşiya wan ya di warê debarê de. Ew dixwazin êdî jiyan li hember wan jî adilane be, barê jiyanê dû qatan li wan zêde nebe, wek barê civakê din barê wan jî yek be jê ne zêdetir, da di vê pandemiya zor û zehmet de karibin debara xwe bikin û mehê carek be jî bikaribin ji bilî serûpê, kîloyek goşt bibin nav zarokên xwe.