Ji ber Koronayê ziyanên geştiyariyê 900 milyar Dolar derbas kiriye

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê ziyanên geştiyariya cîhanî 900 milyar Dolaran derbas dike.
Ciheke geştiyariyê
Ciheke geştiyariyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) di sala 2020an de 900 milyar Dolar ziyan gihîştiye sektora geştiyariya cîhanê.

Rêxistina Geştiyariya Cîhanê di raportekê de ragihand, ji ber bandora belavbûna vîrûsa Koronayê û rawestandina geştên esmanî, sektora geştiyariya cîhanê zêdetir ji 900 milyar Dolar ziyan dîtiye. Ev jî bi 10 caran ji ziyanên sala 2019an zêdetir e.  

Rêxistinê diyar kir, di îsal de hejmara geştiyan dora milyarek kes kêm kiriye û dahata geştiyariyê jî bi rêjeya 70 – 75 ji sedî kêm bûye. Koma ziyanan heta dawiyê salê jî tê texmînkirin ku dê zêdetir ji trilyonek Dolar be. Ev jî ji 30 salî ve, kêmtirîn ast e.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Geştiyariya Cîhanê Zurab Zurab Pololikashvlil got, "Tevî nûçeyên derketina vaksînê ku baweriya rêwiyan zêde kiriye jî, lê rêya başbûnê hîn jî dirêj e."