Çima jin û zarok koronayê siviktir derbas dikin!?

Çima jin û zarok koronayê siviktir derbas dikin!?
kurdistan24.net

Stenbol (Kurdistan24) - Li gor lêkolîneke zanistî ku ji aliyê 5 zanyarên li Tirkiyê ve hatiye kirin biçûkatî yan jî mezinahiya tîmûsa ku yek ji endamên laşê mirovan tê zanîn li ser rewşa derbaskirina nexweşiya koronayê gelekî karîger e. Û taybet ji ber ku tîmûsa zarok û jinan li gor ya zilaman mezintire jin û zarok nexweşiya koronayê siviktir derbas dikin.

Li Tirkiyê ji destpêka pandemiyê anku ji meha Adara 2020an ve ye 5 zanyarên tendirûstiyê li ser tûşbûyên koronayê lêkolîlnan dikin û li gor lêkolînên van zanyaran nexweşiya koronayê li nav zarok û jinan hinekî siviktir tê derbaskirin. Pisporên tendirûstiyê amaje dikin ku sedema vê yekê jî yek ji endamê laş tîmûsa ku li jêr troîdan cih digire ye. Li gor van lêkolînan meznahî û biçûkatiya tîmûsê li ser nexweşiyê bi awayekî berevajî karîgerî dike û ji ber ku tîmus a zarokan û jinan li gor ya zilaman mezintir e jin û zarok jî li gor zilaman vê nexweşiyê hinekî siviktir derbas dikin. Herwiha beriya koronayê jî di lêkolînên nexweşiya SARSê de jî karîgeriya vayrûsa SARSê û tîmûsê hatibû aşkerekirin.

Welatiyek dibêje, “A rastî ez ji vê yekê zêde bawer nakim. Ez jî xebatkarekî tendirûstiyê me û yekem car e ku vê yekê dibihîzim. Hêvîdarim ku ev yek rast be lê herwiha em dizanin ku zarok ji nexweşiyê zêde bandorê nabînin.”

Ligel vê yekê gelek welatî jî diyar dikin ku jinên li derdora wan nexweşî gelekî asantir û siviktir derbaskirine lê belê zilaman karîgeriyên gelekî mezin ji vê yekê dîtine.

Welatiyeke din jî dibêje, “Min ev yek nû bihîst lê balkêş e, kesên ku li derdora min bi vê nexweşiyê ketine û giran derbaskirine ekserî zilam in. Bi rastî jî jinên ku zêde giran derbaskirine gelekî kêm tên bîra min. Ligel vê yekê jî divê em xwe sist nekin û hertim bi sexberî tevbigerin ji ber ku encamên nexweşiyê bo hinek kesan gelekî metirsîdar e.”

Ligor lêkolînên zanistî dema ku zarokek nû tê dinyanê tîmûsa wê gelekî mezin û çalak e. Ligel vê bi temen re tîmûsa zilaman gelekî zû ya jinan hêdî hêdî biçûk dibe. Ji loma taybet zarok û jin vê nexweşiyê gelekî siviktir derbas dikin. Herwiha pispor amaje dikin, zêdetir lêkolînên li ser vê mijarê dibe ku egera çareserkirina vê nexweşiyê bi awayekî tekez çareser bike.