Erdogan: Em dixwazin bi Îsraîlê re pêwendiyên me baş bin

Erdogan, li navçeya Uskudar a Stenbolê piştî nimêja înî bersiva pirsên rojnamevanan dide. Erdogan diyar dike ku têkiliyên wan li gel Îsraîlê baş in.
Wêne: Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiye.
Wêne: Recep Tayip Erdogan, Serokkomarê Tirkiye.

Stenbol (K24) - Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, ew wekî Tirkiye dixwazin bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe baş bikin, lê bi kesên asta jor re hin pirsgirêkên wan hene. Da zanîn, di asta hewalgêriyê de pêwendiyên qut nebûne, berdewam in.

Erdogan, li navçeya Uskudar a Stenbolê piştî nimêja înî bersiva pirsên rojnamevanan dide. Erdogan diyar dike ku têkiliyên wan li gel Îsraîlê baş in.

Erdogan dibêje, "Bi Îsraîlê re, di warê hewalgêriyê de pêwendiyên me qut nebûne, berdewam in. Wek hin welatên din, bi kesên asta herî jor re hin kêşe hene. Ji xwe di asta herî jor de pirsgirêkên weha nebin, pêwendiyên me bi Îsraîlê re dê gelek cuda bûna. Li aliyê din siyaseta Îsraîlê hember Filistînê wek xeta me ya sor e. Helwestên tund hember Filistîniyan, hember axa Filistînê, em qebûl nakin. Em jî dixwazin pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re bigihînin asteke baştir."