Rêveberên Partiya DEVA behsa rewşa Kurdan dikin

Li Tirkiyê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê (DEVA), bi serokatiya Wezîrê berê yê Aboriyê Alî Babacan, yekemîn kongreya xwe ya mezin li Enqereya paytextê Tirkiyê birêvebir.
kurdistan24.net

Nalîn Dirî (Enqere) - Li Tirkiyê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê (DEVA), bi serokatiya Wezîrê berê yê Aboriyê Alî Babacan, yekemîn kongreya xwe ya mezin li Enqereya paytextê Tirkiyê birêvebir. Partiya DEVAyê ku 9ê Adara 2020an hatibû damezrandin, bi wî avayî li gorî yaseyên Tirkiyê mercên beşdarbûna hilbijartinan temam kir.

DEVA, bi serokatiya Wezîrê berê yê Aboriya Tirkiyê Alî Babacan, îro kongreya xwe ya mezin li Enqereya paytextê Tirkiyê birêvebir. Kongreya partiya DEVAyê bi dirûşmeya “DEVAya Tirkiyê Amade ye” birêveçû. Delegeyên bajarên bakûrê Kurdistanê jî di Kongreyê de amadebûn Serokê partiya DEVAyê Babacan di kongreya partiya xwe de axivî û bi taybetî li ser pirsa Kurd jî hikûmeta Tirkiyê tawanbar kir û got, "Ciwanên Kurd di dezgehên fermî de nikarin kar bikin."

Cîgira Serokê Partiya DEVA û her wiha keça siyasetmedarê Kurd û navdar Dengîr Mîr Mehmet Firat, Helûn Firat jî di Kongreyê de amade bû. Bi K24 re li ser kongreya Partiya DEVAyê axivî û got, “Kongreyên Partiyên Siyasî dawetên demokrasiye ne. Wek partiya DEVAyê em jî di bin şertûmercên rêkarên vîrûsa koronayê de kongreya xwe birêve dibin. Partiya me mercên beşdarbûna hilbijartinan bi wî avayî temam dike. Hêvîdar im di warê demokrasi û edaletê de dahatûyek baş çaverê me be.

Damezrênerê Partiya DEVAyê û her wiha parlementerê berê yê AK Partiye Dr. Medenî Yilmaz jî li ser pirsa Kurd nêrîna Partiya xwe ji Kurdistan24ê re nirxand û got, “Partiya DEVAyê bi heman hişmendiya wekheviyê nêzî hemû welatiyan dibe. Cihê cihêkariya li hemberî Kurdan di partiya me de nîne. Hikûmeta niha ji ber hevkarê xwe yê netewperest nevêre mafên Kurdan bide. Salvegera Roboskiyê doh bû ev dewletê çend zarokên xwe bi firokeyên xwe kuştin. Piştre jî ji dadgehan tu tişt nederket. Tenê ev buyere têra xwe nîşan dide ku demokrasiya Tirkiyê di çi astê de ye.

Partiya Pêşkeftin û Demokrasiyê di 9ê Adara sala 2020an de hatibû damezrandin. Partiya DEVAyê li 43 bajarên Tirkiyê kongreyên xwe birêvebiribûn. Li gorî yaseyên Tirkiyê êdî Partiya DEVAyê mercên beşdarbûna hilbijartinan temam kirin.