Di nava 10 rojan de zêdetirî 8 hezar geştyarên Iraqî hatine Hewlêrê
Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê ragihand; di nava 10 rojên borî de zêdetirî 8 hezar geştyar ji başûr û naverasta Iraqê berê xwe dane bajarê Hewlêrê.
Îsmaîl Mînexan, Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand; di nava 10 rojên borî de 8 hezar û 294 geştyar ji parêzgehên başûr û naverasta Iraqê hatine Hewlêrê.
Mînexan herwiha eşkere kir ku ew geştyar tenê bi rêya xalên kontrolê yên bejahî hatine û ti geştyar bi rêya deriyê sînorî yê Hacî Omeran û balafirgehê nehatine.