Bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya

Li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de teqiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di destpêka sala nû de li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de teqiya.

Jêdereke ewlehiyê ya Iraqê ragihand; li ser rêya navdewletî ya Semawe bombeyeke vedayş bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de teqiya û di encama teqînê de tenê zirarên madî derketin holê.

Komeke çekdar ku navê "Qasim El Cebarîn" li xwe daniye, berpirsyariya wê êrîşê girte stûyê xwe.

Ev êrîş piştî wê yekê tê, ku Rêberê Esayîb Qeys Xez'elî duh êvarê ragihadibû; êrîşkirina ser karwanên serbazî û serbazgehên Amerîkayê "armanceke rewa" ye û gotibû: “Êrîşkirina ser balyozxaneyê, ji sûdê zêdetir zirar dide.”

Herwiha komeke çekdar a bi navê Eshab El Kehf di daxuyaniyekê de ji komên Muqaweme daxwaz kiribû; li her derê, karwanên serbazî û serbazgehên Artêşa Amerîka û Hevpeymanan bikin armanc.