Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 122 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 122 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 122 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 27 kes li Hewlêrê, 22 kes li Silêmaniyê, 70 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 1 kes jî li Raperînê ye.

Herwiha ragihand; 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 979 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 348 kes li Hewlêrê, 181 kes li Silêmaniyê, 368 kes li Duhokê, 48 kes li Raperînê, 34 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 103497

Mirin: 3388

Başbûn: 71195

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.