Meha Hesen: Kurd bi pirsine mezin ên li ser nasname û hebûnê ji dayik dibin

Romannivîs Meha Hesen: Ez wek bi milyonan kurd li cîhanê, di jîngeheke ku pir van pirsan dike de mezin bûm.
Meha Hesen
Meha Hesen

Hewlêr (K24) - Roman zincîreyek ji bûyer, çîrok û serpêhatiyan e bi awayekî pexşane yê dirêj tê nivîsandin.  Tê de karakterên xeyalî yan jî realist, bûyer û serpêhatî bi şêweyê çîrokê tên vegotin. Roman hunera vegotinê ye ku bi awayekî berfireh tê xwendin û bêhtir li bazar û pêşangehên pirtûkan tê wergirtin. Her çend e roman di sedsala 18an de li Ewropayê wek cureya wêjeyî ya bi bandor hat zanîn, lê romana kurdî û bi taybet a bi zaravayê kurmancî, ji ber qedexeyên li ser zimanê kurdî çi li bakur û çi li rojavayê Kurdistanê dereng hat nivîsandin.

Ji ber ku zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) li rojavayê Kurdistanê ne zimanê perwerdeyê ye, bi neçarî beşeke mezin ji nivîskaran berê xwe dan zimanê erebî (zimanê li dibistanan pê perwerde bûne). Di wî warî de jî gelek nivîskarên kurd, di qada wêjeya bi zimanê erebî de xwedî nav û pêgeh in. Yek ji wan jî, romannivîsa kurd a Efrînî Meha Hesen e.

Meha Hesen ji gundê Metîna yê Efrînê ye. Xwendina xwe li dibistanên Helebê kiriye û derçûna fakuteya Mafnasiyê ya zanîngeha Helebê ye û ji sala 2005an ve li Fransayê dijî. Meha Hesen bi saya hest û hişmendiya xwe bi çîrokbêjiyê û mêtina ji kelepûrên netewên cihêreng, civak û çandên cuda, romanê bi zimanekî xurt bedew ê vegotinê vedibêje. Romannivîsa me heta niha 13 roman nivîsîne û du romanên wê (Benê Navikê û Keçên Çîrokbêj) derbasî lîsteya dirêj a Xelata Navdewletî ya Romana Erebî (Poker) bûne. Meha Hesen di vê hevpeyvîna bi malpera Kurdistan24 beşa kurmancî re zêdetir behsa jiyan, roman, ezmûn, hizr û baweriyên xwe dike.

Destpêka te ji Efrînê (gundê Metîna), yan ji Helebê bû? Te çawa dest bi nivîsandinê kir?

Heger tu kurd ji dayik bibî, anku tu kesekî nîgeran î. Kurd bi pirsine mezin ên li ser nasname û hebûnê tên vê cîhanê. Kesekî ji me bê welat ji dayik bibe, ew bi xwe sedemek e ku gelek pirs bên kirin. Ez wek bi milyonan kurd li cîhanê, di jîngeheke ku pir van pirsan dike de mezin bûm. Wek hemû kurdan jî, pirsa siyasî girêdayî bi hebûna min ve ye. Siyasetê ji zû ve ez ber bi xwendinê ve birim. Bi xwendina bi dizî ya belavokên partiyên siyasî re, hişmendiya min zû li pirsên wek azadî, rexne û lêgerîna li zanînê vebû. Wiha jî ji siyasetê ya ku nedikarî bersiva pirsên min bida, derbasî nava felsefeyê bûm. Xwendina min ji Marks re, hîşt ez ber bi Hegel ve biçim. Ji Hegel jî, min dibistana bûnxwaziyê (Existentialism) û piştre jî wêjeya nûjen nas kir û bi vî awayî jî min cadûya nivîsandinê dît.

Lê di her boneyê de dibêjim, ez deyndarê siyaset û gund im. Li gund pismanên min ji biçûkaniyê ve pirtûkên giran dixwendin. Herwiha min jî nedikarî ku ji xwendina pirtûka “Zerdeşt Wiha Axivî” birevim. Jiyana li gundê Metîna ya tijî çîrok, deriyê tê re derbasî vê cîhana cadûyî bûme bû. Li wir min taybetmendiya xwe nas kir ku wek nivîskar ji dayik bûme, ta ku di pişt re çîrokên xwe bibêjim.

Li Helebê ji dayik bûm, lê karakterên ji gundê Metîna li derdora min bûn. Dapîra min Helîme ya ku gelek sîmayên xwe dane min, bi erebî nedizanî, tenê çend ayetên Quranê ezber kiribûn, ew jî di nimêja xwe de vedigerandin. Dapîra min yek ji girîngtirîn karakterên ku min çavê xwe li ser rûyê wê vekirin bû. Herwiha hin jinên din jî li derdora diya min hebûn. Ji ber wê dibêjim ku tevî jidayikbûna min li Helebê bû, lê bû sedemek ku kesên li gund dijiyan ber bi Helebê ve bên. Ji ber ku ez zaroka yekem a malbatê bûm, gelek ji merivên me bi hemû çîrokên xwe hatin Helebê. Wiha jî ez bi çîrokan re mezin bûm.

Çîrokên ku dapîra min bi zimanekî tevlihev di navbera erebî û kurdî de vedigotin, xeyalên min a biçûk ji rûbera mala me, malên taxê û kolanên wê firehtir dikir. Ez bi vegotina wê re difiriyam cîhaneke bêsînor. Bi vî rengî nivîsandin di deriyê du cîhanên cuda yên ku tê de dijiyam re derbasî jiyana min bû: Cîhana Metîna ya efsûnî ya tijî çîrokên cinan û dastan û cîhana bajêr a bi tirs û hişyariyê ve tevlîhev e. Min zû hest bi van nakokiyên biçûk kir. Min hest kir ku ez cuda me, ez ne wek keçên gund û ne jî keçên bajêr im. Ev cudahiya ku zû li cem min peyda bûye, bi hestkirina bi penahiyê hat veguhartin, herwiha hîşt ku bi min re alîkar be jî, ta ku bikarim bi nivîsandinê derbirînim.

Nivîsandin hevalê ku xwe lê digirim e, dema hest dikim ku ti kes li cîhanê nîne ji min têbigihe, yan ti cihekî min di nava kesên din de tune ye. Heta ku ew hevaltî – nivîsandin, li cem bû hewesek û bû beşek ji min.

Bandora jîngehê li ser zaroktî û dirustbûna kesayetiya her nivîskarekî heye. Taxên Helebê yên kevnar û çîrokên xelkê wê, çi bandor li te û berhemên te kir?

Bajarê Helebê ji bo min sembola mêrsalariya zordar e. Li taxeke gelêrî ya mezin bûm. Tevî zilma li jinan dihat kirin jî, lê jinên taxa min hinekî serbixwe bûn: Mêr zû diçûn karên xwe, jinan jî mal bi rê ve dibirin. Wê yekê hîşt ez zêdetir guhdarî çîrokên jinan bikim û êşên wan bibihîsim. Lê di heman demê de ew cîhan, beşek ji amûrên tirsandinê bû û li min dihat bikaranîn, ji ber ku ez keçek im û egerên destdirêjî û êrîşê li ser min hene.

Dema ji taxê derketim, ta ku li navenda bajêr xwendina xwe ya lîseyê temam bikim, min çandeke nû û nerîtine hişktir û tundtir dîtin ku li taxên kevnar û muhafezker li ser jinan tên meşandin. Dema derbasî malên hevalên xwe yên ku cilên ji serî û ta pêyên wan dipêçin li xwe dikin û ser rûyên xwe jî digirin bûm, min çîrokên zordariyê yên li jinan tên kirin dîtin. Bi wê yekê re hesta penahiyê li cem min zêde bû, ji ber ku ez wek keçekê, xwe di navbera du cîhanên cuda de dibînin, li aliyekî, jinên gundên min dikarin tevlî mêran bibin û pê re kar bikin – wek mînak bi mêran re zeytûnan biçinin û palê bikin. Li aliyekî din jî, li taxên Helebê yên girtî, bihîstina dengê jinekê û dîtina rûyê wê, ji mêran re xewnek e. Di navbera wan hemû nakokiyan de, ez hêrs dibûm û min dixwast berevaniyê di ber hemû jinan de bikira. Ji ber ku jinek im, hêsan bû bikevin wê jiyana nehênî ya tijî çîrokên sersam li ser jinên cuda. Lê di pişt re ji min re diyar bû ku ew jin, xwediyê desthilata rasteqîne yên wan civakên serkutkirinê ne û mêr jî tenê xwedî desthilata derew in. Ev hemû tişt ez hevotim kar bikim, çekê min jî cîrokên dapîra min û yasaya dadperweriyê bûn. Ji ber wê, min dest bi nivîsandina li dijî zulma li ser jinan tê kirin kir. Min ji vir ve wek mînak, romana " Keçên Beriyê " a li ser tawanên rûmetê û çîrokên jinên ji aliyê mêran ve tên kuştin û yasa jî wan diparêze nivîsand.

Di romana Benê Navikê de tu hevkêşeya “lêvegerê” û têgeha “welat” pêşkêş dikî û tu dibêjî: “Li cihê dilê te digurpe, lêveger ji bo wir e”, ma ev rizgarbûna ji welat e, yan tekezî li ser pêwîstiya wî ye, welatê dilniyabûnê?

Ev roman, yekem romana min li Fransayê nivîsandiye ye. Ji ber wê, bawer im ew yekemîn berhemên azadiyê ye. Li Sûriyê, ji ber çavdêriya desthilatê, min nedikarî wek dixwazim binivîsanda. Romana Benê Navikê, deriyê min ê ber bi Azadiyê ve bû. Li Parîsê min nasnameya xwe ya nû nas kir: Ez jinek im û ez kurd im. Ji vir ve pêwendiya min bi welat ve bi hinek hestên romantîk ve pêçayî bû, ji ber ku di nava civakeke kurdî ya xwerû de nedijiyam. Belkû têkiliya min bi kurdan re, her tim ji qada tevlîhevbûna nasnameyê “tevliheviya erebî bi kurdî re” û tevliheviya nakokî û penahiyê dihat. Penabertiya li Fransayê, bi min re alîkar bû ku têbigihim penabertiya xwe ku wek kurdekê, li derveyî welatekî ku min çêja wî nekiriye dijîm.

Derbarê “lêvegerê” de jî, ez hîna nikarim wê bidim naskirin. Ji ber ku heta niha ez di nava kurdan de hest bi penahiyê dikim, herwiha di nava ereban de jî. Ew wek sendroma zaroktiyê ye, ez ne wek wan in û ne jî wek yên din im. Ev nefretek e tim bi min re dijî.

“Welatê dilniyabûnê” min li Fransayê dît, lê ew dilniyabûneke yasayî û mafnasî ye. Lê “welatê dilniyabûna hestê”, bawer im ew li cihekî ye û hîna min ew nedîtiye. Di vê wateyê de jî, Kurdistan wêneya welatê hestê ya di xeyala min de ye. Ew “dema windayî” ya ku Marcel Proust li ser wê axiviye. Bawer dikim, ez ê rojekê jî kilîtên xwe yên windayî lê bibînim.

Di heman romanê de jî li ser zarê karakterekê tu dibêjî: “Kurdistan bi te, bi ser ket. Welatê te ew nas nekiriye, bi rijdbûna te ya windakirina wî, hebûneke xurt pêk anî. Te welatekî mezin di- xwe de ava kiriye.” Tu wek Meha Hesen, Kurdistanê bi rijdbûna te ya windakirina wî, bi ser ketiye? Kurdistan ji bo te çi ye?

Kurdistaneke min a taybet di hunava min de heye. Li gor cîhanên min ên derûnî, giyanî û afirînerî hatiye avakirin. Dibe ku Kurdistana di hundirê min de, ne wek Kurdistanê li ser erdê be. Ez dizanim ez wêneyeke bêhempa û xeyalî ya Kurdistanê dikişînim, ji ber ku ez jê bêpar im wek min pêştir gotiye. Ji ber vê yekê, carcaran ditirsim ku xewna min a serdana Kurdistanê "Herêma Kurdistanê wek nimûne" pêk bînim, ji bo ku wêneya îdeal a di hişê min de neşke. Di heman demê de jî ez ji dostên xwe yên ereb û fransî dihesidim, dema ji min re çêra gewrebûna Kurdistanê dikin: Sirûşt, pêwendî, azadiya siyasî, pêgeha jinan.... Hest dikim ku di derfeta pêşî de divê ez bifirim Hewlêr, Rojava yan her herêmeke din a xaka me ya berfireh... Dê gotinine min ên rastir hebin, gava ez xewna xwe ya ji “xaka hêviyê” wek ku ez bi nav dikim re pêk bînim. Wê demê ezê biryarê bidim, eger wêneya min xeyal kiriye, îdeal e yan rastî ye... Ev Kurdistana di hundirê min de ye: Çîroka bavê windabûyî, dayika wendabûyî, daxwaza ji nû ve vegerandina dema qedexekirî, axa ku em jê hatine bêparkirin... Ev ne axaftineke siyasî ye, belkû ez behsa hestên xwe yên kesayetî û pêwendiya xwe bi jiyaneke alternatîf li şûna jiyana resen dikim. Nizanim îro ji bo min weke nivîskar ku jiyana xwe ji bo nivîsandinê terxan kiriye, kîjan a herî baş e.

Dema ez bi hevalên xwe re bi kurdî diaxivim, dema stranên kurdî dibihîzim, dema ku ez ala kurdî dibînim, ev tişt min ji fêlbaziyekê ber bi yeke din ve diguhêzin, min dikin hebûneke din, wek ku kesekî din im...

Bîrokeya Kurdistanê min sersam dike. Tekez dikim ku ez ne çêra têgeha siyasî dikim, lê belê ez li ser bîrokeya cîhekî ewle, mîna xewnekê ku min qet xeyal nedikir dikim: Tu li cihekî bî ku hemû kes bi wî zimanê xweş dipeyivin. Zimanê dapîra min Helîme, damezirênera min a çîrokbêjiyê, zimanê bav, mam û metên min... Zimanê dil.

Kurdistan xewn e, xewna ku dikare bibe rastiyek. Ew zaroktiya min a vegerandî ye û ewlehiya ku pê dihesim e û ya li her cihekî din ji min kêm e... Kurdistan malbata min a min winda kiriye ye, dema ez ji bajarê xwe derketim, ta bibe welatê min ê bijarte… Welatê ji bo wê vedigerim e. Wek vegera Nietzsche ji dariştina "Vegera Ebdî" re, ta ku piştî rêwîtiya li gelek welatan, destpêk bibe bijartin.

Tu dibêjî: “Ji bo ez çîrokan bibêjim, ez hatime afirandin” herwiha tu dibêjî jî ku tu ji jinên kurd ên li derdora xwe fêrî vegotinê bûyî. Dayikên kurd ji ber polîtîkayên rejîmên dagîrker ên Kurdistanê gelek êş û karasat dîtine. Em vê jin û dayika kurd di berhemên te de dibînin, yan em ê bibînin?

Bawer im “Henîfe” yan “Sofî” û hemû karakterên din ên jin di romana “Benê Navikê” de, bercestekirina êş û azara jina kurd e. Ji ber zordariya siyasî û têkçûna nasnameyê, hest bi endametîbûnê nekir û ji welatê xwe derket. Herwiha di pişt re keça wê Paula ya ku berhema zewaca jineke kurd bi mêrekî fransî re bû, ew jî rastî hema zordariya siyasî hat û nikarî li welatekî ku zordarî û serkutkirinê heye “Sûriye” bijiya.

Ez bawer im ku nimûneyên jinên kurd di romana min de hene. Lê dibe ku ji xema siyasî ya rasterast, ez zêdetir li ser qada mirovî ya berfirehtir dixebitim. Dibe ku jî, pêwîstiya min zêdetir bi meyandina ezmûnên min û danûstandina bi civaka kurdî ya ku ji xemên wê yên rasterast hatime dûrkirin heye, dema ji Sûriyê çûme Fransayê. Belkî çîrokên kevin bûne û divê ez ezmûnine din bijîm, ev jî pêwîstiya wê bi avakirina pêwendiyê bi cih û karakterên nû re heye. Anku careke din divê ez ji Fransayê vegerim Kurdistanê, ji bo zindîtiya hemdemî bidim karakterên xwe û ji bo nimûneyên jinan ên ku pêştir min nas nedikirin binasim.

Karaktera mêr di romana Meha Hesen de kesayetiyeke perawîzkirî ye ku hema hema heye ji bo xizmeta karaktera jinê bike. Gelo ev yek rengvedana rewşeke taybet e, yan ji ber wê yekê ye ku jinê mafê xwe di jiyan û wêjeyê de nebiriye, vêca tu li ser dinivîsî?

Ez gelekî bi bawer im, vegotin hunereke jinan e. Karînên jinan ên mezin di vegotina çîrokan de heye, lê belê bindestiya civakî û heta bêparbûna wan ji derfetên xwendin û derbirînê, afirîneriya jinê ji holê rakiriye û huner bi giştî ji şopa afirîneriya jinê bêpar kiriye. Hîn gelek malbatên rojhilatî rola jinan di qada afirîneriyê de weke şermiyekê dibînin. Heta civakên ji aliyê siyasî ve pêşketî ne jî, ya ku baweriya wê bi rola jinê ya siyasî û leşkerî heye, rola wê di warê çandî de wek tiştekî paşxistî de dibîne. Wek tê zanîn, raperîna civakê berî ku ji pirsên leşkerî û siyasetê ji wêje û hunerê tê. Her pêşketinek, eger vekirina çandî û hebûna jinê ya afirîner tê de nebe, kêm dimîne. Ji vir ve jî, ez hewl didim di nivîsandina xwe de nimûneyên jinan bidim nasîn, ji ber ku ez dizanim ev dever bi afirînerî û dahênaniyê dagirtî ye û hîn baş nehatiye veberhênan. Ez bawer dikim ku dema ji jinên me re derfetên derbirînê peyda bibin, em ê bibînin ku edebiyateke girîng di nav tevgera wêjeyê bi giştî de dirust dibe. 

Tu kurdeke Efrînî yî. Te li Helebê xwend û ji çanda erebî biriye. Piştre jî te koç Fransayê kir ku azadiyeke mezin lê dibînî. Di navbera Efrîn, Heleb û Parîsê de, tu bîra çi cihî dikî û tu dixwazî vegerî hembêza wê? Di navbera kurdî û erebî de, Meha Hesen nasnameya xwe li kû dibîne?

Ev hemû cih, nasnameya min ava dikin. Hemû van cihan çîrokên min çêkirine. Lê nasnameya min a hestewer, nasnameya zarokatiyê, nasnameya xwerû, hîn jî li wir li wê xaka kurdî ya bi çîrokan bipît li benda min e, ta ku hembêz bikim û lê xwedî derkevin û çîrokên wê bibêjim.

Her çiqas min xwe ji têgeha nasnameya bi pirsgirêk rizgar kiribe û hewl didim nasnameyên xwe yên piralî û ya carinan nakokî jî, di nav çarçoveya azadiya xwe de bipejirînim, lê bi cîhana kurdî ya ku gelek tişt derbarê wê de li min nîn in, sersam im.

Carekê min wêneyeke devera Hewramanê dît, ji şahiyan re firiyam û min bi xwe re got: “Dixwazim li vir bimirim”. Dema hevalên min ên fransî behsa çîrokên xwe li Kurdistanê dikin ji wan dihesidim ku ev beşa xakê, beşek ji nasnameya min e, lê hîna ji ber sedemên zehmetiyên rojane û karên min ên li Fransayê min serdana wê nekiriye.

Ez bawer im, min di nava ereb û fransiyan de baş jiya me. Bi hêvî me jî jiyan ji min re bibe alîkar, ji bo ku jiyana min a mayî, li Kurdistanê derbas bikim. Çîrokan lê bibihîsim û karê xwe yê vegotinê ji wir ve bidomînin. Li dawiyê ez nivîskar im û ti xemên min ji bilî nivîsandina li ser jiyana kesên rastî zor û zehmetiyan dibînin û kesên piştguhkirî binivîsim, tune ne. Ji mafê min e çîrokên jin û keçên kurd ên min ji dûr ve min sersam dikin û dixwazim wan nas bikim û ji wan ve nêzîk bibim binivîsim.

Meha Hesen wek romannivîs, karî riya xwe di nava qada wêjeya erebî de bikolanda û pêgeha xwe tê de bibîne, berhemên wê jî bi awayekî berfireh li pirtûkxane û pêşangehên erebî tên dîtin û wergirtin.  Gelo Maha Hesen heman belavbûnê di nava kurdan de jî dibîne?

Bi wergerandina romana “Keçên Çîrokbêj” bo kurdiya soranî, êdî hin xwendevanên kurd li Herêma Kurdistanê min nas dikin, bi taybet ewên soranî dixwînin. Vê yekê jî guhartineke derûnî li cem çêkir, wek ku min bi zimanekî dinivîsî ji bo bi riya wî hundirê xwe yê kurdî – zimanê ku pê nizanim biaxivim lê hest pê dikim – derdibirînim. Ez bi erebî dinivîsim, ta ku çîrokên jinên kurd ên di nava wan de jiyame derbirînim, piştre jî wergeran tê ji bo nivîsên min dubare bi zimanê wan jinan ji wan re pêşkêş bike.

Bi projeyên pêşerojê yên wergerandina berhemên ji bo kurmancî re, çaverê me xwendevanên kurd berhemên yên wêjeyî nas bikin.

Romannivîs cîhana xwe ya romanî ya taybet a ku karakter tê de dijîn diafirîne. Romannivîs çi ji karakterên xwe yên xeyalî dixwaze? Erkê romanê çi ye?

Tê gotin ku kurê Eînsteîn ji bavê xwe daxwaza şîretê kir ka çi pirtûkan bixwîne. Bavê wî şîreta xwendina çîrokên xeyalî lê kir. Ji vir ve, gotineke girîng ê fîzîknasekî mezin heye dibêje: Xeyal ji zanistê girîngtir e.

Avakirina cîhaneke xeyalî (fantazî) hevtayê cîhana rastî be, dewlementir dibe. Jiyana rojane bi bêzarî, dubare û acizbûnê dagirtî ye, lê belê di romanê de, tu bûyer û serpêhatiyên jiyanê yên kûr hildibijêrî û vedibêjî, ne tenê ji bo xweşiyê, belkû ji bo wergirtina wane û zanînê jî. Roman li gorî min, aşbêjxaneya mirovî ya giştgîr a zanist û psîkoanalîzê ye. Wek mînak, ez bawer im di romanên Distoyevsky de em dikarin bersivên ku psîkolojiyê nedane bibînin. Roman wek huner, cîhana mirovan pêşkêş dike û bêyî nirxandina exlaqî yan jî hikmê civaknasiyê, dikeve kûrahî, nakokî, xwestekên wî û heta mikurhatinên wî. Herwiha roman taqîgeheke mirovî ye jî, ji bo têgihîştina wî mirovî bi awayekî xweş. Mirov bi giştî, ji teoriyên zanistî zêdetir, ji çîrokan hez dikin û ji serpêhatiyên xelkê fêr dibin. Roman ji hemû re ye û ti pêwîstî bi pisporbûn û şarazayîyê nîne heta ku xwendevan wê bixwîne. Her kesek dikare wane û ibretan li gor asta xwe ya rewşenbîrtiyê jê werbigire, li vir jî mebest ne ew e ku em bibêjin, romannivîs ew kesê ibret û şîretan dide ye. 

Carekê nameyek ji kesayetiyeke rewşenbîr a girîng ji min re hat, tê de ji min re got ku romana min pê re alîkar bû, ta ew pirsgirêkeke xwe ya kesayetî çareser bike.

Li gor min û wek ku min di romana xwe “Keçên Çîrokbêj” de gotiye, roman ji romannivîs domdartir e. Wek mînak, Madame Bovary ji Gustave Flaubert mayîndetir e, ji ber wê jî ez dinivîsim. Bawer im li cem xwendevanan “Sofî Pîran” lehenga romana “Benê Navikê” ji min girîngtir e. Jiyana min ji wan re ne girîng e, lê dibe ku ew jiyana lehenga min bişopînin. Hûn bawer dikin ku xwendekarin hene ji lehengên romanên min hez kirin, wek mînak xwendekarekî ji min re nivîs, her dema otombîla xwe li ber traffic light radiwestîne, li dora xwe li otombîleke Peugeot a şîn ku keçeke çavşîn a bi navê Sofî Pîran ve wê dajo digere.

Belê, romannivîs cîhaneke xweş, ronak û sûdewer diafirîne. Herwiha roman dibistaneke mirovî ya zanistî ye, hizr û xeyalê dihevoje û egerên teng ên jiyana biyolojîk ên ku bi jidayikbûn û mirinê sînordarkirî ne, fireh dike. Roman hetahetayî ye û lehengên wê her zindî ne: Karakterên wek Bovary, Raskinelkov, Lolita, Antoine Rokantan, Mirso, Anna Karnina namirin, çendî dem di ser wan re derbas bibe jî.