Bexda koçberên xwe yên li Herêma Kurdistanê piştguh dike

Navenda Hevkariya Qeyran a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere dike ku penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê ne, saleke dijwar derbas kirine.

Hewlêr (K24) – Koçberên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê bi cih bûne, gilî û gazinan ji Bexdayê dikin ku ew piştguh xistine û dibêjin, Bexda dixwaze wan bi pereyên kêm vegerîne navçeyên wan, lê hîna navçeyên wan nehatine avedankirin û bê xizmet in.

Kampa Behrkê ev 6 sal in ji bo koçberên ji parêzgehên Selahedîn û Enbarê ne, li parêzgeha Hewlêrê hatiye vekirin. Piraniya penaberan hîn jî li kampê dimînin.

Kerar Îsa ku yek ji sedan koçberên li kampê dijîn e, heta niha ji ber rewşa ewlekariyê û xizmetên nebaş nekariye vegere parêzgeha xwe. Ew ji parêzgeha Selahedînê ye û bi aşkere ji K24 re dipeyive û dibêje, "Hikûmeta Iraqê ev 6 sal in em piştguh kirine, lê niha dixwaze bi zorê me vegerîne cihên wêran."

Kerar dibêje: “Hikûmeta Iraqê hemû alîkarî li ser me qut kirin. Ev 6 sal in em piştguhkirî ne. Me çend caran ji Wezîrê Koç û Koçberiyê xwast ku alîkariya me bike, lê kes bi hawara me ve nayê. Piştî şeş salan ji me re dibêjin: Werin em ê bi milyonek û 500 hezar Dînarî alîkariya we bikin û Vegerin bajarên xwe. Em ê çi bi wan pereyan bikin? Têra çi dike!"

Navenda HevkarIya Qeyran a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê aşkere dike ku penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê ne, saleke dijwar derbas kirine û hevkarîyên wan gelek hatine kêmkirin.

Rêveberê Ragihandinê yê Navenda Piştgiriya Krîzan a Wezareta Nevxwe Merîwan Hesen dibêje: "Piştî ku hikûmeta Iraqê ragihand ku bi ser DAIŞê ketiye, rewş aram e, welata got ku ew ê êdî xizmetê ji penaberan re li cihên ku vedigerinê bikin. Lê ev pêvajo têk çû, ji ber ku hejmarek ji penaber vegeriyan welatê xwe, lê dîtin ku ewlehî û xizmetguzarî tune ne û rewş ne aram e, ji ber vê yekê careke din vegeriyan Herêma Kurdistanê, hinek ji wan li kampan û hin ji wan jî di nava civakê de bi cih bûn."

Herêma Kurdistanê niha 956 hezar û 759 penaber di nav xwe de dihewîne. Ji wê hejmarê 698 hezar û 902 koçberên navxweyî ne û 238 û 117 jî penaberên Sûriyê û rojavayê Kurdistanê ne. 

Ji sedî 39 ê koçber û penaberan li parêzgeha Hewlêrê ne, ji sedî 41 li parêzgeha Duhokê û ji sedî 20 jî li parêzgeha Silêmaniyê ne û ew li ser 38 kampên cuda hatine dabeşkirin.

Hukûmeta Iraqê alîkarî li ser kempan sînordar kiriye û kêmtirîn pêdawîstiyên rojane jî ji wan re berdest dike, ev jî barê Herêma Kurdistanê girantir dike. Ji bilî wê jî, hikûmeta Iraqê ji heyama du salan ve ye, hemû alîkarî ji koçber û penaberan re rawestandiye.