Serokê Hikûmetê Wezîrê Samanên Sirûştî destnîşan kir

Gotûbêjê hikûmetê dibêje, "Em hêvîdarin ku parlamento vê mijarê bêxe nav bernameya kombûna xwe ya li pêş me û bawernameyê lê bibexşîne."
Wêne: Encûmena Wezîran, Hewlêr, Herêma Kurdistanê.
Wêne: Encûmena Wezîran, Hewlêr, Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) - Gotûbêjê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî ji bo postê Wezîrê Samanên Sirûştî Dr. Kemal Etrûşî pêşniyar kir. CVya wî jî ji parlamantoyê re şand.

Gotûbêjê hikûmetê dibêje, "Em hêvîdarin ku parlamento vê mijarê bêxe nav bernameya kombûna xwe ya li pêş me û bawernameyê lê bibexşîne."

Dr. Kemal Etrûşî kî ye?

  • Dr. Kemal Etrûşî, 1955ê li navçeya Etrûşê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ji dayik bû.

  • Li 1975 Zanistegeha Bexdayê Jeolojî xwend.
  • Li kompaniya Niştimanî ya Iraqê xebitî.
  • Master li ser Jeocografya li Université de Bordeaux xwend.
Wêne: Université de Bordeaux
Wêne: Université de Bordeaux
  • 1991ê Doktora li ser Jeofîzîka petrolê mijara Peydakirin û Berhemanîna Petrolê li heman zankoyê xwend.
  • Piştî doktorayê li Peymangeha Fransa ya Petrolê xebitî.
  • 35 salan li ser Jeofizikê xebitiye û xwedî azmûne.