Trump dê beşdarî merasîma destbikarkirina Joe Biden nebe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarî merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.
Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku ewê beşdarî merasîma sondxwarina serokê hilbijartî Joe Biden nebe.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ji bo kesên ku dipirsin, ezê di merasîma sondxwarinê ya 20ê Çileyê de amade nebim.”

Ajansa Reutersê ji çavkaniyeke agahdar belav kiriye; li Koşka Spî hatiye gotûbêjkirin ku Trump berî destbikarkirina serokê nû, tê çaverêkirin ku biçe havîngeha xwe ya li Florîdayê.

Di navbera rexneyên tund û îdiayên dûrxistina ji desthilat de, Trump roja piştî bûyera li avahiya Kapîtol, gotarek pêşkêş kir û êrîşkirina ser Kongresê bi tundî şermezar kir, ku bûbû sedema kuştina 5 kesan, soz dabû ku bi awayekî rêk û pêk, desthilat radest bike, lê bêyî ku navê Joe Biden bîne ziman, gotibû: “Di 20ê Çileyê de îdareyeke nû dê were damezrandin.”