Hesabê Donald Trump ê Twitterê bi awayekî mayînde hat rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Twitterê ji ber belavkirina "tundî û aloziyê", hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump rawestand.
Twitter di daxuyaniyekê de diyar kiriye: “Piştî gelek hûrbîniyên li ser hesabê Donald Trump, me biryar da bi awayekî mayînde hesab were rawestandin.”
Li ser sedema girtina hesabê Serokê Amerîkayê ragihandiye; ji bo ku tundiya zêdetir çênebe, hesab hatiye girtin.
Şeva çarşemê bi dema Hewlêrê, alîgirên Trump li dijî ragihandina biserneketina Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de, çûn ser avahiya Encûmena Nûneran a Amerîkayê, di encama bûyerê de çar kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.
Piştre Donald Trump ji alîgirên xwe daxwaz kir ku biçin malê û aştiyê biparêzin, lê têkçûna di hilbijartinan de qebûl nekir.