Li Hemayê 19 leşkerên sûrî û 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê êrîşî ser xalên artêşa Sûriyê li beyabana parêzgeha Hemayê kirin.
Artêşa Sûriyê li beyabana Hemayê
Artêşa Sûriyê li beyabana Hemayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beyabana Sûriyê ji encama şerê di navbera çekdarên DAIŞê û leşkerên artêşa Sûriyê de, 19 leşker sûrî û 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê êrîşî ser xalên artêşa Sûriyê li beyabana parêzgeha Hemayê kirin û şerekî giran di navbera wan de derket.

Li gor zanyariyê Rewangehê, çekdarên DAIŞ karî çend xalên artêşê kontrol bike û 19 leşkeran bikuje. Li hemberê jî 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha ji her du aliyan jî hejmarek birîndar hene.

Ev êrîşa çekdarên DAIŞê piştî wê yekê tê, firokeyên Rûsyayê di 48 demjimêrên borî de zêdetir ji 130 lêdanên asmanî li baregehên DAIŞê li beyabana Sûriyê dabûn.