Tîma Amûdê xwe ji qonaxa duyem a xula Sûriyê re amade dike

Lîstikvanên tîmê di asteke baş de ne, lê rêvebiriya tîmê dibêje ku pêwîstiya wan alîkariyan heye.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Tîma Amûdê ya Topapê ya rojavayê Kurdistanê bo destpêka qonaxa dyyemîn a xuleya Sûriyê re amade dike. Lîstikvanên tîmê di asteke baş de ne, lê rêvebiriya tîmê dibêje ku pêwîstiya wan alîkariyan heye.

Qonaxa hatinê ya xuleya Sûriyê dest pê dike. Tîma amûdê ku nûnertiya rojavayê Kurdistanê di xuleya Sûriyê de dike, xwe ji bo vê qonaxê amade dike. Berpirsên tîmê dibêjin, amadekariyên wan di astek baş de ne, lê Yekîtiya Werzişê alîkariya wan nake, nemaze di warê madî de.

Piraniya lîstikvanên tîma Amûdê professional in û ji berê ve beşdarî di xuleya Sûriyê de kirine. Lîstikvan dibêjin, ew dixwazin bighêjin asta herî baş li Sûriyê û bibin tîma yekem, lê ev jî hewcedarî rahênanên berdewam in, ji ber vê jî tîma Amûdê geşbîn e ku encamine baş di dest bixe.

Niha tîma Amûdê di xuleya Sûriyê de di pileya yekemîn de ye û dixwaze derkeve asta neyab. Çend lîstik pêş wan mane û dê pileya herî baş bi dest bixe. Ligel wê jî tîma Amûdê ya Jinan heman encaman bi dest xistine û xuleya Sûriyê di asta yekemîn de kiriye pelên xwe yên serkeftinê de.