Saziyên sivîl û partiyên siyasî: Nifşek bê perwerde dimîne

Rêxistin û partiyên siyasî rexne li sîstema perwerdeyê digirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê 42 rêxistin ku di nav de saziyên sivîl û partiyên siyasî hebûn bi daxuayniyeke hevpar, di serdema pandemiyê de, rêbazên ku ji bo perwerdehiyê tên bikaranîn rexne kirin û bal kişandin ku nifşek ji sûda perwerdehiyê bêpar dimîne.

Partiyên Siyasî û saziyên sivîl li ber pêykerê mafên mirovan yê li Diyarbekirê balê kişandin ku perwerdehiya ji dûr ve ango online pirsgirêkên perwerdehiyê li Tirkiyeyê zêdetir kiriye û tenê li bajarê Diyarbekirê ji 500 hezar xwendekaran teqrîben 200 hezar xwendekar ji ber bê derfetî yek carekî jî nekarîne ji perwerdê sûd bigrin.

Hevseroka 2. Şaxa Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê Egitim-Sen a Diyarbekirê Zûhal Sezer daxuyand ku ev pirsgirêka bajarekî nîn e û li Tirkiyeyê bi giştî bêy ku bînesaziya perwerdehiya online bê amade kirin, bi wê rêbazê perwerdehî dest pê kiriye. Lê ji ber nebûyîna derfetan bi 100 hezaran xwendekar piştî pandemiyê ji mafên perwerdeyê bêpar mane.

Zûhal Sezer ji K24ê re got: "Di pandemiyê de wek hemû jiyana cavkî û welatiyan di perwerdehiyê de jî pirsgirêk peyda bûn. Lê rêbaz û şêwaza ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê bijartiye, buye sedem ku nivşekî ji perwerdehiyê sûd wernegre û encamên vê rewşê jî li ser paşeroja civakê dê bandor bike. Loma jî divê ji ber ku derfetên wan nîn in, zarok û xwendekar neyên siza kirin û piştî pandemiyê perwerdehiya çak kirinê bê dayîn."

Perwerdekar û siyasetmedaran balê kişandin ku derfetên aborî û plansaziyên ku tên birêve birin, gelek qels in û derfetên ku hene jî bi awayekî dadwerane û wek hev nayên bikaranîn.

Rêvebirekî din yê Egitim-Senê Fesîh Zîrek jî anî ziman ku heta niha rayedaran dikaribûn, çareserî ji bo vê pêvajoyê plan bikin, lê ev pirsgirêk ji nedîtî ve hatiye dîtin, amadekarî nehatiye kirin û loma jî niha metirsiyên mezin peyda bûne.

Mamoste Fesîh Zîrek dibêje: "Mijara perwerdehiyê mijara gel e. Yanî pirsgirêka hemû malbatan, sazî-komele, partîyan û hemû aliyên civakê ye. Em li welatên Ewrûpa û li Cîhanê dinihêrin, şertên perwerdehiyê li gor şert û mercên pandemiyê hatine sererast kirin. Li gel me jî dikaribû bihata kirin ku 7-8 meh ji bo wê amadekariyê demeke bes e. Yanî ji bo gihandina xwendekara tiştên pêwist nehatine kirin û derd û pirsgirêka me jî ev e. Em dibêjin ku dikaribû bihata kirin."

Hat ragihandin ku nebûyîna di zimanê zikmakî de perwerdehî jî dibe sedema bê dadweriyên mezin û daxwaza perwerdehiyeke wekhevî, dadwerane û di zimanê zikmakî de hat kirin.