Du Pêşmerge ji du salan ve winda ne

Destpêkê PKKê bi fermî belav kir, ew her du Pêşmerge bi birîndarî li cem wan in, lê di pişt re ew yek red kir.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji du salan ve du Pêşmerge li nêzîkî komelgeha Dêrelokê ya li parêzgeha Duhokê winda bûne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, meha Çileya 2019an 4 Pêşmergeyên ku ne di erkên xwe de bûn, ji bo borandina demê çûbûn geliyê Reşava yê nêzîkî Dêralokê, wê demê firokeyên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKKê ew navçe bombebaran kir û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmergeyên din Wehîd Ebdulbaqî û Rêdar Mihemed Omer winda dibin. Piştî wê bûyerê, medyaya PKKê bi fermî belav kirin, ew her du Pêşmerge bi birîndarî li cem wan in, lê di pişt re, berpirsên PKKê ew yek red kirin.

Bavê Pêşmergeyekî ji wan ji K24ê re got: “Wê demê kurên me bi ber bombebarana Tirkiyê ketibûn. PKKê bi fermî belav kir ku kurên me li cem wan in. Endamên PKKê bi telefonê jî pêwendî bi welatiyekî Dêralokê re kir û got ku 2 kesên ji xelkê Dêralokê li cem wan in û navên wan jî gotibû, ew kurê me bûn. Lê niha PKKê wê yekê red dikin û em nizanim sedem çi ye.”

Malbatên wan her du Pêşmergeyan li bendê ne kurên wan bi selametî vegerin malê. Diyaka Pêşmergeyekî jî dibêje: “Bi me xweş e PKKê çarenivîsa kurên me aşkere bike, ji ber ku ti zerara wan ji PKKê re tune bû, heta ku winda bikin.”