Erdogan vaksîna Covid-19 wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan vaksîna vîrûsa Koronayê (Covid-19) wergirt.
Recep Tayyîp Erdogan îro li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereya paytexta Tirkiyê yekem vaksîna dijî vîrûsa Koronayê wergirt.
Erdogan piştî ku hat vaksînkirin behsa rewşa Koronayê û proseya dabeşkirina vaksînê kir û aşkere kir ku heta niha nêzikî 300 hezar karmendên tendirustiyê vaksîna Coronayê wergirtine.
Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir ku derdora 25-30 milyon dos vaksîn di rojên bê de dê bigihijin Tirkiyê.
Herwiha Erdogan got ku edamên rêveberiya partiya wî jî vaksîn wergirtine û spasiyên xwe pêşkêşî karmendên tendirustiyê kirin û got “xebata wan a di vê qonaxê de bê beramber namîne.”
Serokomarê Tirkiyê li hesabê xwe yê Twitterê jî wêneyên dema wergirtina vaksîna Koronayê belav kirin û got, “Heta niha 254 karmendên tendirustiyê vaksîn wergirtine, ez jî tevlî wan bûm û min vaksîn wergirt.”