Kurdistan24 xelata baştirîn kanala asmanî ya li Iraqê wergirt

Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê xelata baştirîn Kenala Iraqî ji bo sala 2020an dide Kurdistan24ê.
Wêne: Xelata baştirîn kenala asmanî ji bo Kurdistan24ê hat dayîn
Wêne: Xelata baştirîn kenala asmanî ji bo Kurdistan24ê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê xelata baştirîn Kenala Iraqî ji bo sala 2020an dide Kurdistan24ê.

Îro şandeke Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê serdana navenda sereke ya telefizyona Kurdistanê kir û ji ber rola Kurdistan24ê di warê tevgera ragihandin û rojnamevaniyê li Iraqê de, Bawernemaya Dahênan û Cudawaziyê ya sala 2020an da Kurdistan24ê.

Xelat ji Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê – Liqê Hewlêrê Seid El-Ubeydî ve hat pêşkêşî rayedarên Kurdistan24 TV hat kirin.

Seid El- Ubeydî di daxuyniyekê de ji K24ê re ragihand, "Li ser rasperdeya Malbenda Giştî ya Yekîtiya Rojnamevanên Iraqê me serdana Kanala Kurdistan24ê kir, da ku navnîşana baştirîn kanala Iraqê ji bo sala 2020an bidin wê.”

Got jî: “Hilbijartina vê kenalê wek baştirîn kenala asmanî li Iraqê, li gor encama rapirsiyekê bû ku ji aliyê cemawerê Iraq û Herêma Kurdistanê di warê rastgoyî û veguhastina nûçeyan de me pirs kirin û cemawer jî kenala Kurdistan24ê wek baştirîn kenal hilbijart.”

Kurdistan24 wek dezgeheke taybet bi lêkolîn û ragihandin, roja 31ê Mijdara 2015an dest bi weşanê kir û wek navendeke medyayî ya hemecureyî bi awayekî dirust û babetyane û li gor perensîpên berpirsyariya civakî, erkên xwe li hember (niştiman, civakê, azadiya kesayetî) cibicî dike.