Naveroka kombûnên PDK yên li gel Komala Îslamî û Partiya Sosyalîst

Ev 2 hefte ne Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Silêmaniyê civînan bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dike. Îro jî, şanda PDK li Silêmaniyê ligel şandek Komel a Îslamî û piştre jî li gel şandeke Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê civiya.
Wêne: Logoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Wêne: Logoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

Silêmanî (Kurdistan24) - Ev 2 hefte ne Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Silêmaniyê civînan bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dike. Îro jî, şanda PDK li Silêmaniyê ligel şandek Komela Îslamî û piştre jî li gel şandeke Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê (PSK) civiya.

Piştî seredana şanda PDKê ligel Komel a Îslamî, Serokê Şanda PDK aşkere kir, "Armanca wan ji van seredanan, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e."

Piştî civînê, Serokê Şanda PDK Zeîm Elî ji rojnamevanan re ragihand, "Armanca wan ji van seredanan, yekdengiya Kurdan li Bexdayê, amadekarî ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e."

Piştî civîna digel Komela Îslamî, Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê digel Partiya Sosyalîst civiya. Piştî civînê Kakemîn Necar, Berpirsê Civata Serkirdayetiya Hewlêrê ya PDKê di kongirek rojnamevanî de got, "Di civîna digel Yekîtî de behsa pirsa nenavendiya Îdarî kirine wek li karnameya Hikûemtê de hatiye çespandin, ew jî ji bo kêmkirina rûtînê."

Got jî, "Yekîtî daxwaza nenavendiya siyasî nekiriye û ew jî hevnerînin li ser çespandina ne navendiya Îdarî."