Li rojavayê Kurdistanê komeke keçan helmeta ajotina bisîkletan li dar dixe

Grûpek ji keçan li rojavayê Kurdistanê kampînek bi navê "Ez bisîklêtekî dixwazim" bi rêxistin kirine.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) - Gavek ber bi şikandina girêkên civakê û pêkanîna daxwazên xwe ve keç ku bi awayekî azad bijîn, grûpek ji keçan li rojavayê Kurdistanê kampînek bi navê "Ez bisîklêtekî dixwazim" bi rêxistin kirine, mebest jê ku jin jî karibe bi bisîklêt biçin ser karê xwe bêyî ku li rastî rexneyên civakî werin û bibe tiştekî normal, berpirsa kampînê dibêje ku ji biçûkaniya xwe ve ji ajotina bisîklêtan hez dike.

Berpirsa Helmetê Mîdya Xanim diyar kir: “Ji biçûkanî ve min ji bisîklêt hez dikir, lê wek her jinekê ez zanîbûm ez ê bigihim temenekî diyar û ez ê bisekinim û nikaribim biajom, ji ber ku civaka me hîn ev qebûl nekiriye.”

Mîdya Xanim herwiha dibêje: “Em li gelek aliyan wek jin pêş ketine, lê bisîklêt tiştekî biçûçik e heta aniha nebûye adetek di nav civakê de, min xwest em vê bişkînin. Em jê hez dikin û karê me jî pê diqede, em dixwazin pê herin kar, pêsiviyên xwe bînin, lê çima em nikarin bi rehetî û bi azadî biajon bêyî ku bi awirên şaş li me bê nêrîn û an gotinek şaş li me bê gotin.”

Gelek keç ji bajarên rojavayê Kurdistanê bi bisîklêtên xwe tevlî vê kampînê bûne û bi awayekî berdewam rahênanên xwe dikin da ku tîmekê ava bikin û li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê qehremaniyan jî li dar bixin.

Wekî destpêk niha ev tîm maratonan saz dikin û yekemîn maraton li bajarê Amûdê hat li darxistin, hemî keçên vê tîmê ji hezkirên ajotina bisîklêtan e, û daxwaz û xewna wan ew e ku beşdarî qehremaniyan li ser asta navdewletî bibin.