Şam: HSD nahêle fermangeha ava Hesekê kar bike

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) ragihandiye; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bû du roj nahêlin xebatkarên fermangeha avê biçin ser karê xwe.
Hêzên HSDê
Hêzên HSDê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) ragihandiye; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bû du roj nahêlin xebatkarên fermangeha avê biçin ser karê xwe.

Jêderekî fermî yê ji hikûmeta Şamê ji ajansa SANA re ragihandiye; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rê nade xebatkarên fermangeha avê, li taxa Ezîziye, biçin ser karê xwe, da ku xizmetê bigihînin welatiyan.

Duh xelkê bajarê Hesekê, li dijî girtina ava bajêr ji aliyê Tirkiyê ve, xwepêşandan kirin û li dijî reftarên HSDê jî dirûşm gotin.

Hêzên Tirkiyê û milîsên hevpeymanên wê, du roj berê av li ser bajarê Hesekê û derdora wê girtin û nehiştin wêstgeha avê ya Elok bixebite, ku ava bajêr dabîn dike.