Li Qamişlo şer di navbera asayiş û hêzeke rêjîma Sûriyê de derket
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qamişlo şer di navbera hêzên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi rêjîma Sûriyê de derket.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, vê êvarê li taxa Hilko ya Qamişlo endamên asayişê û çekdarên Berevaniya Niştimanî teqe li hev kirin û şer û pevçûn di navbera wan de derket. Bêyî ku ziyanên wî şerî bên zanîn.
Peyamnêrê me diyar kir jî, topeke Hawinê ya Berevaniya Niştimanî jî li malekê ket û ziyanên madî çêbûn.
Li gor çalakvanan jî, di encama pevçûnan de endamekî Berevaniya Niştimanî hatiye kuştin.
Diyar kir jî, hêzên asayişê taxa Hilko bi temamî dorpêç kirin û rê nadin kesekî derbasî taxê bibe yan jê derkeve.
Pêştir çendîn caran şer di navbera endamên asayişê û çekdarên wê grûpa ser bi rêjîma Sûriyê ve li Qamişlo û Hesekê derketiye.