Keştiya revandî tenê bi sê karmendan gihişt benderê.. Ji Tirkiye daxûyanî

Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê jî da xuyakirin, keştî gihiştiye bendera Gabonê û ew termê welatiyê Azerbayanê bigihînin.
Malbat bi hêviya berdana xizmên xwe ne û daxwaza alîkariyê dikin.
Malbat bi hêviya berdana xizmên xwe ne û daxwaza alîkariyê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji karmendên keştiya ku nêzîkî beravên Nîjerya rastî êrişê hatibû, hê jî agahî nîne. Keştî bi sê karmendan gihişt Bendera Gabonê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê da xuyakirin; di keştiyê de 19 karmend hebûn. Di aloziya destpêkê de welatiyekî Azerbaycanî hatiye kuştin. Êrişkaran 15 karmend ligel xwe birine û keştî jî bi sê karmendên rêkirine.

Malbat bi hêviya berdana xizmên xwe ne û daxwaza alîkariyê dikin.

Birayê kaptanê keştiyê dibêje; "Ez birayê Kaptanê yekemîn Mistefa Kaya me. Ji şeva borî ve em bi rayedarên kompaniyên re di pêwendiyê de ne. Wezîrê Derve û Serokomar jî ketine nav hewlên rizgarkirinê. Em li benda xeberên xêrê ne."

Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê jî da xuyakirin, keştî gihiştiye bendera Gabonê û ew termê welatiyê Azerbayanê bigihînin. Da zanîn heta niha pêwendî bi êrişkaran re nîne û ji hemû aliyan ve xebatên wan didomin.

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaismailoglu got; "Em mijarê ji nêz ve dişopînin. Hêvî dikim di demeke kurt de emê çareser bikin. Bi Wezareta Derve re jî hemahengî heye û ji gelek aliyan ve xebatên me berdewam in. Em hewl didin di demeke kurt de zarokên Kek Murat bigihîn wî."

Rayedarên Fîrma Tirkiyeyê ku rêveberiya teknîkî ya keştiyê hilgirtine ser xwe da xuyakirin, ew keştî ne ya Tirkiyeyê ye û xwediyê wê jî Tirk nine. Da zanîn Boden Denîzcîlik tenê karê teknînkî dike û heta niha êrişkaran tu pêwendî bi wan re nedaniye.