Zerîf: Ji bo Îranê rakirina sizayên Amerîkayê girîng e

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand; tiştê ku ji bo Tehranê girîng e, îdareya nû ya Amerîkayê, sizayên ku Serokê berê Donald Trump bi ser Îranê de sepandibûn, betal bike.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand; tiştê ku ji bo Tehranê girîng e, îdareya nû ya Amerîkayê, sizayên ku Serokê berê Donald Trump bi ser Îranê de sepandibûn, betal bike.

Li ser destnîşankirina Robert Malley weke Nûnerê Îdareya nû ya Amerîkayê bo Karûbarên Îranê, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê re ragihandiye; “Ji bo Tehranê kesayet girîng nînin, çimkî Malley beşdarî danûstandinên rêkeftina atomî bûye û ew jî weke her endamekî din, ji îdareya Biden e, tiştê girîng betalkirina hemû wan sizayên ku di serdema Trump de bi ser Komara Îslamî ya Îranê de hatine sepandin e.”

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir ku eger Amerîka sizayan rake û rêgirî li pêwendiyên aborî yên Îran û welatên din neke, wê demê Tehran dê pabendî rêkeftina atomî bibe.