Kerkûk.. Zimanê kurdî ji bernameya xwendina îsal ya pola 12ê hat derxistin

Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê bêyî vegera bo Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûk, dersa zimanê kurdî ji bernameya xwendina îsal ya pola 12 amadehiyê derxist.

Kerkûk (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê bêyî vegera bo Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûk, dersa zimanê kurdî ji bernameya xwendina îsal ya pola 12 amadehiyê derxist. Vê biryarê dilgiraniya xwendekar û mamosteyên kurdî li pişt xwe aniye û wê bi planeke metirsîdar li dijî kurd û zimanê kurdî bi nav dikin.

Mamosteya Kerkûkî Meryem Elî di wê derbarê de ji K24ê re got: “Em wek mamosteyên zimanê kurdî, ji vê biryarê ne razî ne. Piraniya xwendekaran dema ji lîseyê derdiçin, diçin beşa zimanê Kurdî, ew ji zimanê resen û zimanê me yê dayikê hez dikin."

Xwendekara kurdî Evîn Mewcûd dibêje: “Nabe xwendina zimanê kurdî were rakirin, ji ber ku ew zimanê dayikê ye.” xwendekareke din ya bi navê Hebîbe Ehmed diyar dike ku ev stemeke mezin û karekî dijminane ye li hember kurdan û dibêje: “Hêvîdar in, Rêveberiya Perwerdeyê wê biryarê qebûl neke”

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, li Kerkûkê dewama xwendekaran di hefteyê de tenê ji bo rojekê hatiye kêmkirin. Dersên pola 12 Amadehiyê yên zimanê erebî û tirkmenî zêdetir ji nîvî hatine kêmkirin, lê li berûvajî daxwaza xwendekar û mamosteyên kurdî, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê tenê zimanê kurdî rakiriye.

Armanc ji wê plane ew e, lawazkirina xwendina kurdî û daxistina asta xwendekarên kurd e, ji ber ku salane xwendekarên kurd pileyên yekem di ser xwendekarên ereb û tirkmen re bidest dixin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rêveberiya Xwendina Kurdî li Kerkûkê mamoste Şêrzad Reşîd Kake dibêje: “Bi nerîna min, ev yek ji bo xwendina kurdî pirsgirêk e, da ku li ber çavên şêniyên Kerkûkê îsbat bikin ku perwerdeya kurdî bi pirsgirêk e û rewş çareser nabe û xelkê ji xwendina kurdî dûr bixin. Di heman demê de, xwendina kurdî take sembol e ku hizra netewî li wî bajêr parastiye. Hêvîdar im ku Wezîrê Perwerdeyê were ser xetê"

Xwendina kurdî li Kerkûkê 500 dibistan û baxên zarokan derbas kiriye, zêdetirî 100 hezar xwendekar û nêzî 8 hezar mamoste û karmendên wê hene. Tevî dijayetî û hewlên zêde yên neyaran, bi hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta, xwendina kurdî kariye li ser pêyên xwe rawest e.