HRW: Tirkiyê bi awayekî neyasayî 63 girtiyên ji Serê Kaniyê birine Tirkiyê

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand, Tirkiye bi awayekî neyasayî 63 welatiyên Sûrî ji Serê Kaniyê girtine ji bo Tirkiyê veguhastine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) îro ragihand, Tirkiye û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi awayekî neyasayî 63 welatiyên ji Serê Kaniyê girtine ji bo Tirkiyê veguhastine. Diyar kir jî, Tirkiye wan bi tometên gelekî metirsîdar dide dadgehên Tirkiyê.

Belgeyên ku ji aliyê Rêxistina Human Rights Watch ve hatine bidestxistin nîşan didin ku kesên li Sûriyê hatine girtin û ji bo Tirkiyê hatine veguhestin li gor “Rêkeftina Cenêvê ya Çaremîn” li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.

Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mîchael Page wiha got: "Desthilatdarên Tirkiyê wek desthilatdareke dagirker, diviya bû li gor yasaya dagîrkeriyê rêzê ji mafên mirovan li bakurê rojhilatê Sûriyê bigire û nabe bi zorê xelkê veguhêzîne Tirkiyê."

Mîchael Page got jî: “Tirkiye bi wê girtina wan kesên Sûrî û veguhastina wan ji bo Tirkiyê û tometbarkirina wan bi tometên ku guman lê hene, erkên xwe binpê dike.”

WRW diyar kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûriyê di navbera Cotmeh û Berçileya 2019an de ew welatiyên Sûriyê li Serê Kaniyê girtin, piştî ku Tirkiyê derbasî wê herêm bû û xiste bin kontrola xwe.

Diyar kir jî, ew 63 kesên hatine girtin kurd û ereb in û desthilatên Tirkiyê li gor yasaya cezayê ya Tirkiyê wan tometbar dike.

Human Rights Watch destnîşan kir, li gor belgeyên ketine destê wê, nêzîkî 200 welatiyên Sûriyê bi awayekî neyasayî ji Sûriyê ji bo Tirkiyê hatine veguhastin û bi tometên cuda rên tometbar kirin.

HRW tekez dike, Tirkiye li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzeke dagîrker e ku di Cotmeha 2019'an de herêmên li bakurê rojhilatê Sûriyê ve dagir kiriye, û bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê li Şamê, bi awayekî kirdarî ew herêm xistine bin kontrola xwe.

Ew rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan daxwaz dike, “Divê rayedarên Tirkiyê veguhastin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne. Divê rayedarên Tirkiyê rê bide girtiyan pêwendiyê bi malbatên xwe re bikin. Divê malbatên wan rewşa girtiyan bizanin û divê Tirkiye wan hemû girtiyan ji bo herêmên ku li Sûriyê dagîr kirine vegerîne.